15:20 25 Hezîran 2017
Zindî
    Merasîma Vekirina Konsolxaneya Japon li Hewlêrê

    Li Hewlêrê Konsolxaneya Japonyayê hat vekirin

    © Sputnik/ twitter - Samî Ergoşî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6230

    Konsolxaneya Japonyayê ya paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi fermî hat vekirin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku 11ê Rêbendanê bi merasîmeke fermî konsûlxaneya Japonyayê ya li Hewlêrê hat vekirin ku hejmara nûnertî û konsulxaneyên welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê gihîşt 36an.

    De merasîma vekirina konsulxaneyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirwan Barzanî, cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa û hin wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêmê û Japonyayê amadehî kirin.

    Wezîrê Derve yê Japonyayê Kîntaro Sunora ku ji bo danûsdaninên siyasî û vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê bû, di merasîmê de got ku vekirina konsûlxaneya Japonyayê wek şereke mezin a geşkirina pêwendiyên navnetewî û Herêma Kurdistanê ye.

    Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa li merasîmê got: "Herêma Kurdistanê bi sedema wan krîza ku rastî Kurdistanê hatiye pêwîstî bi alîkaiya hemû welatên cîhanê heye û bi taybet jî welatekî wek Japonyêyê ku bi awayekî berçav pêşketî ye û yek ji welatên afirîner e."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Trump şîroveya CNN û Buzzfeedê: ‘Ez rêzê li gotinên Pûtîn digirim'
    Tillerson: Divê em di kêşeya Sûriyê de ji nû ve bi Erdogan re bixebitin
    Yekem car serokê Çînê beşdarî DAVOSê dibe
    Li Bexdayê teqîn: Gelek kes birîndar bûn
    Rayedarê YEyê: Bi Tirkiyê re diyalogeke dewlemend berdewam dike
    Etîketan:
    Li Hewlêrê Konsolxaneya Japonyayê hat vekirin, Japonya, Hewlêr, Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Japonya, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de