21:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Asayişa Hewlêrê riya parlamenterên Komele û Goranê asteng kirin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2811

    Şeva borî polîsên asayişa Hewlêrê rê li pêşiya Parlamenterê Komela Îslam a Kurdistanê Soran Omer û Parlamenterê Tevgera Goranê Elî Heme Salih girtin û jê re gotin hûn nikarin biçin Hewlêrê.

    Hat ragihandin ku şeva borî Parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer û Parlamenterê Tevgera Goranê Elî Heme Salih gava ku ji Silêmanî diçûn Hewlêrê ji aliyê hêzên asayişa Hewlêrê ve hatin rawestandin û derbasbûna wan a ji bo Hewlêrê hat astengkirin.

    Her du parlamenteran di derbarê mijarê de daxuyaniyeke hevpar dan û di wê daxuyaniyê de Parlamenterê Tevgera Goranê Elî Heme Salih diyar kir ku endamên asayişe bêyî ku bi wan re biaxivin vegerin Silêmaniyê.

    Parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer jî îdia kir ku di ketina bajêr de endamên asayişe pêşî li wan girtin û çek li wan kişandin.

    Her wiha dîmenên vê bûyera di navbera parlamenteran û endamên asayişa Hewlêrê de jî hat weşandin.

    Ji aliyê din ve Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî jî di derbarê mijarê de ji Rûdawê axivî û îdia kir ku endamên asayişê çek li wan parlamenteran nekişandine, Soran Omer li wir sekiniye û wî çek li endamên asayişê kişandiye.

    Bi heman mijarî:

    'YNK, PDK,GORAN û Partiyên Îslamî ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin'
    Her du beşên YNKê û Goran bi PDKê re dicivin
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Osman: "Divê Goran û partiyên din deng bidin peyama Barzanî"
    Goran: Bila Kurdistan têkiliyên xwe bi AKPê re di ber çavan re derbas bike
    Etîketan:
    , astengkirin, Rêveberê Asayişa Hewlêrê, Parlamenterê Komele Îslamî ya Kurdistanê, Parlamenterê Tevgera Goranê, Tariq Nûrî, Elî Heme Salih, Soran Omer, Silêmanî, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de