02:14 24 Tebax 2017
Zindî
    Parlementoya Kurdistanê

    Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Partî li ser qanûna serokatiya Kurdistanê li hev nakin

    © Foto: / KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3401

    Qeyrana siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê hîn berdewam dike ku ya dawî ew bû, Herêma Kurdistanê budçeya hikûmeta navendî ya Bexdayê nepejirandibû. Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Parlementoya Kurdistanê Tariq Cewher diyar kir ku sedema qeyranê nakokiyên giran ên li ser qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê bû.

    Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Parlementoya Kurdistanê Tariq Cewher ji Spûtnîkê re ragihand: Qeyran di navbera Tevgera Goranê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê de li parlementoyê berdewam e û vê qeyranê berî nêzîkî sal û nîvekê dest pê kiriye û sedema wê jî nakokiyên giran ên li ser qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê bû. Vî tiştî jî rewş gelekî xera kir ku di encamê de parlemento hat rawestandin û Serokê Parlementoyê hat bêbandorkirin."

    "QEYRANA KURDISTANÊ BANDOR KU PARTIYÊN KURDISTANÊ YÊN LI BEXDAYÊ JÎ KIR"

    Cehwer axiftina xwe wiha dewam kir: "Van nakokiyan bandoreke neyênî li ser helwesta partiyan di parlementoya federal (a Iraqê) de kir, nexazim qeyrana navbera herdû partiyên mezin anku navbera PDK û Goranê. Hemû hewldanên ji aliyê YNK û partiyên îslamî yên çareserkirina qeyranê bi ser neketin û ti encamên berbiçav nehatin bidestxistin."

    Herwiha Ceweher destnîşan kir ku hîn bizavên nêzîkkirina herdû aliyan berdewam dikin û diyar kir ku jixwe civîn di navbera partiyan de çêbûn ku civîn bi Goranê re jî pêk hatin lê ti daxuyaniyên hevbeş nehatin dayîn û hûrgiliyên hevdîtinan nehatin eşkerekirin.

    "QEYRANÊ DIYAR KIR KU ZANÎNA ME YA SIYASÎ KÊM E"

    Ji aliyê din ve, siyasetmedarê kurdistanî axiftina xwe wiha dewam kir: "Tê pêşbînkirin ku civîn di navbera her 5 partiyên mezin de careke din dest pê bikin, nexasim di navbera Goran, PDK û YNKê de, ta ku çareserî bên peydakirin ji bo jiyana siyasî vegere rewşa asayî û parlemento çalak bibe, ji ber neçalakkirina parlementoyê kêşeyên siyasî û aborî yên herêmê li hundir û derve zêde kirine."

    Cewher diyar dike ku ev bûyer destnîşan dikin ku zanîna me ya siyasî di çareserkirina qeyranên siyasî de kêm e û wiha dewam kir: Li gel vê jî zanîna me ya siyasî di bijartina demê de kêm e, ji ber ne tiştekî berbiqailane ye ku di vê dema ku em şerekî dijwar li dijî DAIŞê bi rê ve dibin û gendelî di nava dewletê de belav bûye, em têkevin şerekî navxweyî yê nav partiyan."

    "EGER KÊŞEYÊN ALOZIYÊN KURDISTANÊ NEYÊN ÇARESERKIRIN, GELÊ KURDISTANÊ DÊ GELEK TIŞTAN WENDA BIKIN"

    Herwiha Cewher diyar kir ku partiyan berjewndiya partiyên xwe di ser berjewndiya gelê Kurdistanê re girt û teqez kir ku vî tiştî gelê Kurdistanê ji partiyan dûr xist ku dibe encamên vê di hilbijartinên îsal de diyar bibin.

    Cewher teqez kir ku eger partiyên Kurdistanî aloziyên siyasî yên li herêma Kurdistanê çareser nekin, parlementoyê ji nû ve çalak nekin û hikûmeteke hevpeymanê ku hemû partî tê de beşdar danemizirînin, gelê kurd û tecrubeya demokrasiyê ya Herêma Kurdistanê dê gelek tiştan wenda bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Desteya Parastina Kantona Cizîrê: Firokeyên li Til Elo dan, ji Herêma Kurdistanê rabûn
    Japonya konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike
    Akademîsyenê Kurd: Dê Îran, Tirkiye û Iraq li dijî Herêma Kurdistanê û PKKê bibin yek
    Herêma Kurdistanê dê mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê bike
    'DAIŞê li Kurdistanê gelek perestgehên olî teqandin'
    DNOyê petrol li Herêma Kurdistanê dît
    'Ziyareta Bînalî Yildirimî serkeftina dîplomasiya Kurdistanê ye'
    Etîketan:
    Goran, DAIŞ, YNK, PDK, Tariq Cewher, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de