02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Ban Ki-moon

    Ban Ki-moon ji Mam Celal Talebanî re nameyek şand

    © REUTERS/ Heinz-Peter Bader
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Sekreterê giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon ji bo Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talebanî nameyek şand.

    Li gorî malpera fermî ya YNKê Pukonlinê Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon ji bo Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî nameyek şand.

    Ki-moon di nameya xwe de diyar kir ku spasî û malavayiya Celal Talebanî kir û got, "Min nêzîkî 10 salan Sekreteriya Giştî yê NY meşand. Ez bi germî malavayî û spasiya we dikim ku we hi hevkariyeke nêzîk alîkarî û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî kir û we di heman demê de piştevaniya karên me yên taybet kir."

    Ban Ki-moon di peyama xwe de derbirî ku ew gelekî kêfxweş bûye ku serdana Talebanî kiriye û di çend rêûresman de ligel hev bûne. Sekreterê berê di peyama xwe de têkoşîna behsa şerê li dijî DAIŞê jî kir û got, "Heldana gel û hikumeta Iraqê ya ji bo azadkirina Iraqê ji DAIŞê ez matmayî hiştime."

    Ki-moon got ez ji dil daxwaz dikim ku pêkhateyên Iraqê piştî bidawîbûna DAIŞê bibin xwediyê derfetên hîn zêde. Ban Ki-moon di dawiya peyama xwe de dubare spasiya Talebanî kir ku ew di wan 10 salên serdema wî de ligel wî bû û piştgiriya wî kiriye.

    Etîketan:
    şandin, name, DAIŞ, Sekreterê Giştî yê YNK'ê, Sekreterê Giştî yê berê yê NY, Celal Talebanî, Ban Ki-mon, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de