07:32 21 Tebax 2017
Zindî
    Ala Japonyayê

    Japonya konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike

    © Flickr/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8410

    Hat ragihandin ku hikûmeta Japonyayê roja çarşemê bi merasîmeke fermî wê konsolxaneya xwe li paytextê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê veke.

    Wezîrê Derve yê Japonyayê Kentaro Sonoura piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, tevî şandekî derbasî Herêma Kurdistanê bû. Sonoura li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin, bi şev li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

    Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êvariya roja sêşemê 10ê Rebendana 2017an li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura û şandeya pê re kir û wezîrê japonî tekîd kir ku welatê wî dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

    Wezîrê Japonyayê di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku wan biryar daye roja çarşemê bi awayekî fermî Konsulxaneya Japonyayê li Hewlêrê vekin û tekez kir ku bi vekirina konsulxaneyê têkeliyên Japonya û Herêma Kurdistanê dikevin di qonaxeke nû û berfirehtir de.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê dê mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê bike
    Serokwezîrê Japonyayê serdana Abîdeya Pearl Harborê dike
    Ji Rûsya û Japonyayê memorandûma hevkariya nukleerî
    Li Japonyayê komeleya kurd `Warabîstan`
    Zîrweya G7ê li Japonyayê dest pê kir
    Etîketan:
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Japonyayê, Nêçîrvan Barzanî, Kentaro Sonoura, Japonya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de