23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Şingal / Sincar

    Akademîsyenê Kurd: Dê Îran, Tirkiye û Iraq li dijî Herêma Kurdistanê û PKKê bibin yek

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    133712

    Akademîsyenê kurd Prof. Dr. Musa Kaval di nirxandina xwe ya li ser nîqaşên hebûna hêzên Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) li Şingalê got, ‘Ti karekî PKKê li Şingalê tune ye û ti sûda wê jî bo xelkê wê deverê tune ye, lewma jî ya baş ku zû ji Şingalê derkeve. Ji ber ku eger venekişe dê destêwerdan di wê navçeyê de çêbibe.’

    Li gor malpera kdp.infoyê akademîsyen Musa Kaval boçûna xwe li ser vekişîna PKKê ji Şingalê anî ziman û li ser destwerdana dewletên cîran di wê mijarê de wiha axivî: "Pêwîst e PKK zû ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinê bike û ji Şingalê derkeve û nehêle ew navçe bibe pirseke herêmî ku Îran, Tirkiye û Iraq bên û destê xwe têxin karûbarê Şingalê."

    'HEGER PKK VENEKIŞE DÊ ÎRAN, IRAQ Û TIRKIYE BIBIN YEK'

    Kaval herwiha bi bîr xist, ‘Heger PKK ji Şingalê venekişe dê dibe sedema pirsgirêkeke mezin di navbera Kurdan de û piştre dê Îran, Tirkiye û Bexda destê xwe têxin nava pirsê û li dijî Herêma Kurdistanê û PKKê helwesta xwe bikin yek."

     

    Bi heman mijarî:

    Cezayê hepsa malê yê wezîrê Rûsyayê hat dirêjkirin
    Kesek bi tohmeta êrîşa Reînayê hat girtin
    HSD: Em ne beşekî PKKê ne
    YPGê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
    "Rûsya û DYAyê li Rojhilata Navîn heman tiştî dikin lê cudahî ew e, yek tenê serkeftî ye"
    Etîketan:
    Musa Kaval, Şingal, Iraq, Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Îran, PKK, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de