21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    'DAIŞê li Kurdistanê gelek perestgehên olî teqandin'

    © AFP 2017/ HO / ALBARAKA NEWS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Rêxistina terorê ya DAIŞê li navçeyên Kurdistanê yên girêdayî Rêveberiya Derve ya Herêma Kurdistanê gelek perestgehên olî teqandin. Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

    Li gorî malpera Basnewsê Rêveberê Peywendiyên Wezareta Ewqaf û Karên Olî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşîbendî diyar kir ku terorîstên DAIŞê gelek perestgehên olî xerab kirine.

    Neqşîbendî ev tişt gotin, "Terorîstên DAIŞê li cihên Herêma Kurdistanê, deşta Neynewa û navçeyên Kurdistanê yên girêdayî Rêveberiya Derve ya Herêma Kurdistanê û li her dera ku destên wan gihîştibiyê zêdetirî 100 cihên olî yên Mesihî, Êzidî, Kakeyî û Misilman xerab kirine û teqandine. Cihên olî yên ziyan danê, nîvê wan mizgeft û Huseyniye ango perestgehên Şiayan e."

    Neqşîbendî diyar kir ku piraniya wan cîhên hatine teqandin, wek cihên pîroz ên herêmê dihatin naskirin û ji derveyî welêt gel dihatin serdana wan dikirin û beşek ji wan bibûn cihê civînên pêkhateyên cuda yên Iraqê.

    Merîwan Neqşîbendî di berdewamiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku kiryarên DAIŞê bi van ne sînorkirî ne û got nivîsên destî, pirtûk û belgeyên heyî şewitandine û navçeyên Herêma Kurdistanê di serdema bin deshilatiya DAIŞê de rastî ziyaneke mezin bûye.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê du pirên li hundirê Mûsilê teqandin
    DAIŞê êrişî benda kontrolê ya polêsan kir
    HSDê ciyê tirba Silêman Şah ê berê ji destê DAIŞê derxist
    YPG: Di 2016an de nêzîkî 10 hezar km kare erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    DAIŞê şêweyê êrişên xwe guherand
    Etîketan:
    perestgehên olî, teqandin, Rêveberê Peywendiyên Wezareta Ewqaf û Karên Olî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, DAIŞ, Merîwan Neqşîbendî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de