08:43 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Petrol- OPEC

    DNOyê petrol li Herêma Kurdistanê dît

    © REUTERS/ Darren Whiteside
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8910

    Şirketa DNO ASAyê ya Norwêcî ragihand ku wan petroleke nû li zeviya Pêşkabûrê a Herêma Kurdistanê dîtiye.

    Duh duşemê, şirketê ragihand ku petroleke nû li zeviya Pêşkabûr-2yê dîtiye. Petrol li zeviya navborî sala 2012an hatibû dîtin û piştî wê meha Cotmeha borî bi armanca lêgerîna li petroleke nû, şirketê careke din dest bi lêgerînê kir.

    Li gorî agahiyan, ev bîra nû-dît 12 kîlometreyan dûrî zeviya Tawkê ye ku zeviya sereke ya şirketê ye.

    Herwiha şirketê di daxuyaniya xwe de wiha dewam kir: Tê payîn ku kolandina berdewam bike heta ku meha Sibatê bigihêje 3500 metreyî.

    Ji aliyê din ve, Şirketê diyar kir ku 17.5 milyon dolar dê li testan, kolan û operasyonên temamkirinê de biçin.

    Hêjayî gotinê ye ku Şirketa DNO ASAyê zeviya Tawikê bi rê ve dibe û xwediya 55% ji parên wê ye ku Pêşkabûr jî beşek jê ye, Şirketa Genel Energy xwediya  25% jî parên wê ye û Herêma Kurdistanê jî xwediya 20% ji parên wê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li platforma petrol a Hazarê qeza: "10 karker ketin deryayê û winda bûn"
    Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bi 636 milyon dolarî petrol firot
    Rûsya: "Em amade ne rojane hilberîna 300 hezar bermîl petrol kêm bikin"
    Bi doneyên Amerîka û biryara OPECê petrol û dolar bilind bû
    "Bi xêra Pûtîn, di sala 2016an petrol gihişt bilindtirîn buhayiya xwe"
    Amerîkayê dinyayek petrol dît
    Herêma Kurdistan di meha Tîrmehê de 14 mîlyon bermîlan petrol firot
    Etîketan:
    bîr, gaz, petrol, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de