23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin

    © Foto: Parlamentoya Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23030

    Sibel i paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê di navbera aliyên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) civînek wê were lidarxistin.

    Li gorî agahiyên Kurdistan24ê biryar e ku aliyên PDK'ê û YNK'ê sibe li Hewlêrê li hev bicivin û li ser peywendiyên di navbera her du aliyan de û çareserkirina kêşeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê gotûbêjê bikin.

    Hat diyar kirin ku şanda PDK'ê wê di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî de, şanda YNK'ê jî wê di bin serokatiya Berpirsê Desteya Karûbarên Mektebê Siyasî yê YNK'ê Mele Bextiyar de beşdarî vê civîna dualî bibe.

    Her wiha tê zanîn ku Mektebê Siyasî yê PDK'ê duh ji bo destpêkirina gera duyem a ji bo aliyên siyasî civînek lidarxistibû.

    Hêjayê gotinê ye ku şanda PDKê piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 20ê Mijdara 2016'an de ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi peyamekê bangî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiribû, dest bi serdanên xwe kiribû.

    Bi heman mijarî:

    'Di serdemên herî awarte de jî têkiliyên PKKê û PDKê kêm nebûne'
    Parlemantarê PDKê: Hewlêr petrola xwe bifiroşe Mozambîkê ji budçeya Bexdayê çêtir e
    Parlementera Goranê: PDKê gotinên min ji bo veşartina şkestinên xwe bi kar tîne
    Her du beşên YNKê û Goran bi PDKê re dicivin
    YNK: Em ê bi PDKê re mijara Serokatiya Herêmê biaxivin
    Pêşniyara PDKê, YNK dabeş kir
    Tevgera Goran mercên giran danîn ber PDKê
    Etîketan:
    civîn, Cîgirê Serokê PDK'ê, Berpirsê Desteya Karûbarên Mektebê Siyasî yê YNK'ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mele Bextiyar, Nêçîrvan Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de