08:46 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Former Iranian president Akbar Hashemi Rafsanjani attends Iran's Assembly of Experts biannual meeting in Tehran. (File)

    Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji bo Ayetûllah Refsencanî sersaxî xwest

    © AFP 2017/ Raheb Homavandi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5010

    Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadiq ji bo koça dawî ya Serokê Encumena Diyarkirin a Berjewendiyên Îranê Ayetûllah Haşîm Refsencanî peyameke sersaxiyê ji Serokê Meclîsa Şûra ya Îslamî Alî Laricanî re şand.

    Hat ragihandin ku Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadiq ji bo koça dawî ya ya Serokê Encumena Diyarkirin a Berjewendiyên Îranê Ayetûllah Haşîm Refsencanî peyameke sersaxiyê ji Serokê Meclîsa Şûra ya Îsalmî ya Îranê Alî Laricanî re şand.

    Yûsif Mihemmed di peyama xwe de diyar kir ku wan bi xemgînî agahiya koça dawî ya Ayetûllah Haşîm Refsencanî bihistiye û got Refsencanî di warê reformên siyasî û olî yên Îranê de xwediyê rolekî mezin bû.

    Yûsif Mihemmed her wiha di peyama xwe de ji bo xizm û malbata Refsencanî û endamên Meclîsa Şûra ya Îsalmî sersaxî xwest.

    Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Konseya Teşhîs a Mesleheta Pergalê Ayetûllah Haşîm Rafsancanî duh di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

    Rafsancanî piştî Şoreşa Îranê di navbera salên 1989-97'an de serokomariya Îranê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê ji bo Ayetûllah Rafsancanî ji Îranê re sersaxî xwest
    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji bo Îranê sersaxî xwest
    Serokomarê berê yê Îranê jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    şandin, peyama sersaxiyê, Serokê Meclîsa Şûra ya Îslamî, Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Alî Laricanî, Ayetûllah Haşîm Rafsancanî, Yûsif Mihemmed Sadiq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de