09:46 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    Saziyên civakî yên Herêma Kurdistanê: PKK Û PYD hêzên Kurdistanê ne

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16042

    Li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê 32 rêxistinên civakî yên sivîl daxuyaniyeke hevpar dan û di daxuyaniyê de bertek nîşanê daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim a li Hewlêrê li ser PKKê dan û gotin PKK û PYD hêzên şoreşger ên Kurdistanê ne.

    Duh li Silêmaniyê 32 rêxistinên civakî yên sivîl bi civîneke çapemeniyê daxuyaniyeke hevpar dan û di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanê gotinên Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim ên li Hewlêrê di derbarê PKK'ê de dan. Saziyan di daxuyaniya xwe de dest nîşan kirin ku PKK hêzeke şoreşger a Kurdan e û piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye.

    Binali Yildirim û Neçîrvan Barzanî
    Serokwezîrtiya Tirkiyeyê
    Wan saziyên civakî yên Herêma Kurdistanê bangewaziya Yildirim kir ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze û ev tişt gotin: "Em helwesta xwe ya li dijî daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim radigihînin, ku wî li paytexta Herêma Kurdistanê hêzeke şoreşgerên têkoşîna azadî ya Kurdan weke terorîst bi nav kir. PKK û PYD'ê li di şerê li Herêma Kurdistanê de piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine. Ev dest nîşan dikin ku divê dewleta Tirk lêborînê ji gelê Kurd bixwaze."

    Her wiha wan saziyên civakî yên Kurd di daxuyaniya xwe ya hevpar de derbirîn ku dewleta Tirkiyeyê divê leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê vekişîne û gotin: "Divê Tirkiye êdî axa Herêma Kurdistanê binpê neke. Divê ew leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê vekişîne û biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê bicih bîne."

    Saziyan di heman demê de di daxuyaniya xwe de ji dewleta Tirkiyeyê xwest hevserok û parlamenterên HDP'ê yên ku hatine girtin werin berdan û gotin: "Bila nûnerên Kurdan ên hatin hilbijartin werin berdan."

    Ji aliyê din ve di wê civîna hevpar a saziyên civakî yên sivîl de Parlamenterê Herêma Kurdistanê Salih Feqî jî cih girt û got, "Tirkiye hewil dide ku nakokiyan têxe nava hêzên Kurdan."

    Etîketan:
    hêz, PYD, PKK, Parlamenterê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Salih Feqî, Binali Yildirim, Hewlêr, Tirkiye, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de