08:44 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat li Herêma Kurdistanê Xefûr Mexmûrî

    'Serdanên pilebilindên cîhanê tê maneya ku îtirafê bi Kurdistanê dikin'

    © Foto: kdp.info
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 87 0 0

    Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat li Herêma Kurdistanê Xefûr Mexmûrî li ser serdanên pilebilindên welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê got, 'Serdanên berpirsên pilebilindên cîhanê tê wateya ku bi awayekî defakto îtirafê bi Kurdistanê dikin.'

    Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat li Herêma Kurdistanê Xefûr Mexmûrî li ser serdanên pilebilindên welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê axivî.

    Li gor nûçeya kdp.info'yê Mexmurî ev nirxandin kir: "Îro pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e û welatên cîhanê pir bi giringî li Herêma Kurdistanê dinerin. Serdana berpirsên welatan jî wê pêgeha girîng û bihêz eşkere dike. Herwiha ew welat dizanin ku êdî Herêma Kurdistanê bûye dîfakto û îtîrafê jî bi Kurdistanê dikin."

    'DIVÊ ALIYÊN SIYASÎ VÊ DERFETÊ BAŞ BINIRXÎNÎN'

    Mexmûrî di berdewamê de got: "Pêwîst e aliyên siyasî kêşe û pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û sûdê ji vê pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê werbigirin û perjewendiyên neteweyî û niştimanî di ser her tiştî re bibînin, ji ber ku derfeteke pir baş hatiye pêşiya me û divê em ji destê xwe bernedin."

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê gulereşandina ser keştiyên Îranê piştrast kir
    KHKê rê li ber 1 milyon dengdêrên derveyî Tirkiyê vekir
    Balyozê Rûsî li Atînayê jiyana xwe ji dest da
    Li Qamişlo otomobîlek hat teqandin
    Li Colemêrgê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    herêma kurdistanê, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat li Herêma Kurdistanê Xefûr Mexmûrî, Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de