17:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Bizava Îslamî: Divê bilez amadekariyên serxwebûnê werin kirin

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Endamê Polîtburoya Bizava Îslamî ya Kurdistanê Ebdulah Wertî, li ser bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û civîna Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku 9ê Rêbendanê pêk hat, axivî û got, ‘Divê ew danûstandin bilez lidar bikevin û êdî amadekariyên serxwebûnê bên kirin.’

    Endamê Polîtburoya Bizava Îslamî ya Kurdistanê Ebdulah Wertî, li ser civîna PDKê û danûstandinên li ser bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên derbarê krîza siyasî û aborî de nirxandin kir.

    Li gor malpera Kdp.infoyê Wertî bal kişand ser danûstandinên PDKê yên bi partiyên din re û daxwaz kir bilez dest bi gera duyem a danûstandinan bike.

    Rêvebirê Bizava Îslamî wiha axivî: "Bi nêrîna me divê PDK lezê bike bo destpêkirina xula duyem a danustandinan, ji ber ku em dixwazin pirojeya Barzanî cihê xwe bigire û niha partiyên siyasî li hêviya wê pirojeyê ne. Êdî divê amadekarî bên kirin bo bidestxistina xewna hemû gelê Kurdistanê ku serxwebûna Kurdistanê ye. Ev proje jî bingeheke baş da ku aliyên siyasî bigihin rêkeftinekê û ev aloziya siyasî li Herêma Kurdistanê bidawî were."

    Ebdulah Wertî destnîşan kir, eger aliyên siyasî li ser wê perojeyê li hev bikin, divê hilbijartinên pêşwext bên kirin ku wê demê jî dê bi avakirina hikûmeteke nû her tişt yekalî bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Koroya Amerîkî Sirûda Netewî ya Rûsyayê pêşkeş kir
    Ji Amerîkayê bo Ewropayê sewqiyata tankan
    Agirbesta Sûriyê: Rûsyayê 14, Tirkiyê 17 binpêkirin tesbît kir
    Etîketan:
    Krîza siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê, Barzanî, PDK, Bizava îslamî ya Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de