02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Radio

    Bexda, Êrîvan, Qahîre...Sê radyoyên giring di dîroka kurdan de

    © Foto: Pixabay
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29860

    Di serdema ku teknolojiyê ewqas bandor li ser têkiliyên mirovan çênekiribû, beşên kurdî yên radyoyên Bexda, Qahîre û Êrîvanê ji deverên ‘dûr“ dengên stranbêjên kurdan di malên kurdan de didan guhdarkirin. Ev radyoyên ku bi armancên cuda cuda hatine damezrandin, xwe ji van armancên avakirinê rizgar kirin û bûn sebebê belavbûna dengên kurdî.

    Dilyar Amûdî

    Kurdî qedexe bû, heta navê kurdan jî li hinek dewletan qedexe bû. Tenê qutîkeke biçûk hebû ku dengê Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Meyrem Xan, Aslîka Qadîr, Zadina Şakir, Efoyê Esed, Ahmê Çolo, Egîtê Cimo, Aramê Tigran ve M. Arîfê Cizrawî jê dihat û tevahiya gund li xwe vedihewand. Radyo bû ya ku bêhna xelkê derdixst û dihişt di nava qedexeyan de bikarin dengê xwe, dengê dengbêjên xwe û dengê kurdiya dêrîn bibihîzin.

    Heta sala 1930 ti amûrên radyoyê nehatibûn deverên kurdan û yekem amûra radyoyê jî hatiye bajarê Silêmaniyê. Ew radyo li qehwexaneyeke bi navê Heme Req hatibû bicihkirin û kurd êvarî diçûn wê qehwexaneyê ta ku li wê qutîka diaxivine guhdarî bikin bê ku ti tiştî ji zimanê wê fêm bikin.

    Piştî ku weşanên radyoyên kurdî dest pê kir, kurdan bi taybetî dewlemendên wan dest bi kirrîna amûrên radyoyê kir ta ku di nav qedexeya ziman, çand û wêjeya kurdî de bikarin hinekî bêhna kurdayetiyê, çandeya kurdî û kelepora kurdî bibihîzin û li ber dengê dengbêjan şevbihêrkên xwe bikin.

    Ew amûra radyo li cihê herî xweş ê malê dihat bcihkirin. Jixwe tenê yek yan du amûrên radyoyê li gundekî mezin dihatin peyda kirin ku gundî hemû diçûn wê malê ta ku lê guhdarî bikin. Gava saeta nûçeyên radyoyê dihat, ew mal tijî mêvav dibû ta ku li deng û behsên cîhanê û Kurdistanê guhdarî bikin.

    Jixwe ew çandeya ku radyoya bav û kalên me her radyoya xwe ya biçûk datanî ber guhê xwe û pê dilîst ta ku frekansa rast zeft bike jî ji wan serdemên qedexeya tund hatiye ku wan hewl dide dengên kurdên di nav sînoran de dabeşbûyî bibihîzin û bizanin bê rewşa welatê wan çi ye.

    YEKEM RADYOYA KURDÎ

    Yekem radyoya bi zimanê kurdî di salên 1923-1929an de ji Yekîtiya Sovyetê dihat kirin. Amir Hesenpûr di pirtûka xwe "Netewperwerî û Ziman li Kuristanê" de wiha dibêje: "Li gel ku amûrên radyo negihiştibûn Kurdistanên Tirkiye, Îran û Iraqê jî, Weşanên yekem ên radyoyê yên bi zimanê kurdî li herêma kurdî a xweser a li YKSSyê hatibû damezirandin dest pê kir… Belam ti agahiyên berfireh derbarê van bizavên pêşî de tine."

    Herwiha di heman çavkaniyê de tê gotin ku Radyoya El-Şerq El-Ednayê jî weşana bi kurdî kiriye lê ev agahî nehatiye piştrastkirin. Hesenpûr di heman pirtûkê de derbarê vê agahiyekê de wiha dibêje: Lê gorî agahiyekê, yekem weşana radyoyê bi zimanê Kurdî di radyoya Şerq el-Ednayê(Radyoya Ereban ya Rojhilata Nêzik) ku li Jaffayê alîyê Brîtanya ve hatibû damezirandin de dest pê kiriye. Lê ji bilî Edmond's (Kovara Hawar jî jî tê de-ku Hawar de derbarê radyoyên kurdî ên wêê demê de car car agahî didan) ti agahî di çavkanîyen din de derbarê vê radyoyê de tine. Çapemeniya kurdî cara yekem sala 1943an behsa vê radyoyê kir. Bi qasî tê fêmkirin, gava şer bi dawî bû, vê radyoyê weşana xwe rawestandiye".

    Belam sê radyoyên giring hene ku ji aliyên ne kurdan ve hatibûn vekirin lê wan weşana xwe bi kurdî dikir: Radyoya Bexdayê, Radyoya Êrîvanê û Radyoya Qahîreyê.

    DÎROKA BEŞÊ KURDÎ YA RADYOYA BEXDAYÊ

    Beşê kurdî ya radyoya Bexdayê di 19.11.1939an de rojane 15 deqîqeyan dest bi weşana xwe kir û dûre ew dem hat zêdekirin ku di sala 1949an de weşana beşê kurdî derketibû 2 saet û 45 deqîqeyan. lİ GEL KU Sêhat Mihemed Izedîn Eldawidî di nivîsa xwe de derbarê mijara vekirina beşê kurdî yê radyoya Bexdayê de wiha dibêje: Heta sala 1939an, kurdan ti radyoyeke iraqî nedinasî ku bi kurdî weşanê dike. Ji ber wê çaxê tenê radyoya Bexdayê hebe ku tenê weşana xwe bi zimanê erebî dikir. Roja yekşemê ya dikeve 19.11.1939an yekem radyoya kurdî wek beşek ji radyoyay Bexdayê hat damezirandin.

    Beşê kurdî yê radyoya Bexdayê bi 15 deqîqeyan dest pê kir û piştî Şerê Cîhanê yê Duyem weşana xwe kiribû 2 saet û 45 deqîqe lê di destpêka sala 1980yî de 16:25 saetan weşan dikir.

    Saetên beşê kurdî yê Radyoya Bexdayê li gorî salan
    © Sputnik/ Sputniknews
    Saetên beşê kurdî yê Radyoya Bexdayê li gorî salan

     

    "DI DESTPÊKÊ DE, TENÊ YEK KES DI RADYOYAYÊ DE DIXEBITÎ"
    Dêrsim Oremar di nivîsa xwe de li ser radyoya kurdî ya Bexdayê wiha dibêje: Sê sal piştî damezirandina radyoya Bexdayê, di 19-yê kanûna sala 1939-ê de, para Kurdî li radyoya Bexdayê tê zêde kirin. Ku di serî de tenê 15 deqeyan weşanê dike û tenê yek kes bi navê Kamil Kakemîn di wê radyoyê de xebitiye. Piştre di salên di navbera (1940-50)an de çend rewşenbîrên din yên kurd beşdarî bernameyên wê radyoyê kirin. Wê radyoyê bi dirêjiya jiyê xwe, xizmeteke mezin ji bo çand, huner û edeba kurdî kir û bi sedan stirananên kurdî ji mirinê rizgar kirin. Êdî ji wê rojê xeber û stiranên kurdî, li her çar parçên Kurdistanê û deverên dî yên cîhanê belav dibûn û dihatin bihîstin.

    "BANDORA RADYOYA BEXDAYÊ LI SER MUZÎKA KURDÎ"

    Hêjayî gotinê ye ku radyoya Bexdayê bandoreke gelekî erênî li muzîk û strana kurdî kir ku Ehmed El-Zewatî di raporteke xwe ji bo malpera Aljazeerê re li ser strana kurdî wiha dibêje: Hinek çavdêr wiha dinirxînin ku radyoya Bexdayê destpêkeke nû bû ji strana kurdî re ku karî derkeve asteke herêmî. Ev tişt ne tenê ji bo stranbêjê kurdê Iraqê bû lê ji bo stranbêjê kurdê Tirkiye û Sûriyeyê jî wiha bû. Stanbêjên wan deveran ji radyoyê sûd girt, wek Eyşê Şana ji Tirkiyeyê û Seîd Gabarî û Mihemed Teyib ji Sûriyeyê."

    Herwiha Dilbirîn Faris di nivîseke li ser Mihemed Arifê Cizrawî ya malpera PydRojavayê de wiha dibêje: Beşê kurdî yê radyoya Bexdayê di sala 1939an de hat vekirin. Bi xêra wê radyoyê stranên kurdî hatin tomarkirin û weşandin. Radyoyay Bexdayê yekem radyo ye ku weşanê bi kurdî dike. Cizrawî li wê derê nêzîkî 14 plak tomar dike û bi wan navdar bû. Di rêya wê re mezintirîn hunermendên kurd nasîn. yên wek Tahir Tewfîq û Elî Merdan û herwiha hunermendên iraqî wek Iliyas Xidir, Hisên Ni'emet û hinekên din û bi wan re stra."

    HINEK NAVDARÊN KU DI RADYOYA BEXDAYÊ DE XEBITÎNE YAN STRAN GOTINE

    Sadiq Behadînê Amêdî, endamê Akademiya Kurdan li Bexdayê û karmendê beşê kurdî li Radyoya Bexdayê û mamostayê zimanê kurdî li zanistgeha Bexdayê.

    Mihemed Arif Cizrawî stranên xwe tê de gotin ku li wê derê 14 plak tomar kirine

    Hesen Zîrek di sala 1953yan de diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî û bi dehan stranên kevnar ên kurdî ligel Orkestraya Radyoya Bexdayê tomar dike.
    Mamosteyê meqamên kurdî Elî Merdan.

    Mihemed Şêxo

    DÎROKA RADYOYA ÊRÎVANÊ

    Beşê kurdî yê Radyoya Êrîvanê di 1ê rêbendana sala 1955ê de dest bi weşanê kir. Dêrsim Oremar derbarê vê radyoyê de wiha dibêje: Wê di 1-ê çileya sala 1955-ê de dest bi weşanê kir û heya roja îro didûme. Di navbera wan salan de bi dehan rewşenbîrên kurd weke: Casimê Celîl, Xelîlê Çaçan Muradov, Nûra Egîd Polatova, Hamoyê Rizgo, Mirazê Evdo, Mikayîlê Reşîd, Şikoyê Hesen, Wezîrê Eşo, Fêrîkê Ûsiv, Ehmedê Gogê, Şeroyê Biro, Egîdê Cimo, Reşîdê Baso, Keremê seyad û htd. bi deng û hunera xwe çanda gelê xwe belav kir û her şev dibûne mêvanên malên Kurdan.

    Herwiha Serhat B. Rênas di nivîsa xwe ya li ser radyovaniya kurdî de wiha dibêje: Li Ermenistanê (ve demê de girêdayî Rûsyaya Sovyet bû) salên 1950î de di Radyoya Êrîvanê de weşanên Kurdî dest bi kiribû.Weşanên Radyoya Êrîvanê bi temamî zarava Kurmancî dihat kirin.Di Radyoya Êrîvanê de gelek dengbêj û stranbejên Kurd wek Mihemed Arif Cizrewî, Kawis Axa, Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, MeyremXan û gelek dengbêj û stranbejên bi navûdeng gihan û vê radyo pêşketin û belav bûna mûzika Kurdî de roleke bingehîn lîst. Radyoya Êrîvanê beşa Kurdî bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û Xelîl Muradov di sala 1955an da dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Casimê Celîl û Xelîl Muradov şayanî pesindanê ye. Casimê Celîl yekem berpirsiyar e radyoyeyê. Piştî wî, dema berpirsiyariya Xelîl Muradov e, ku 20 salî berpirsiyarî kiriye. Eznîva Reşîd ku jina Xelîl Muradov e piştî bêjer ango spîkeriya 20 salan di sala 1980'yî de ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê dikişîne."

    Çapemenî - Rojnamevan - Rojnameger
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Ji aliyê din ve, Rênas li ser belavbûna radyoyê wiha dibêje: Di dema Casimê Celîl û Xelîl Muradov da radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Gerabetê Xaço, Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Reşîdê Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile û Şamilê Beko hwd..

    DÎROKA BEŞÊ KURDÎ YÊ RADYOYA QAHÎREYÊ

    Beşê kurdî yê Radyoya Qahîreyê di 1ê Hezîrana 1957an de ji kolana El-Şerîfênê dest bi weşana xwe kir. Di sala 1963an de, radyo çû avahiya Masbîroyê ku her rojê ji saet çar êvarî heta 5 pêncê êvariyê dewam dikir, anku rojê saetekê weşana bi kurdî dikir.

    BERNAME Û WEŞANA RADYOYAY KURDÎ YA QAHÎREYÊ ÇAWA BÛ?

    Radyoya Qahîreyê, bi Quranê dest bi weşanê dikir û dûre sirûda kurdî "Ey Reqîb" lê dida. Vê radyoyê li Iraq, Îran, Ermenistan, Beşek ji Yekîtiya Sovyetê, Libnan, Urdun û tevahiya Misirê dikişand.

    Bernamêyn radyoyê; analîzên bûyeran, nûçeyên siyasî, nameyên guhdaran, dîroka kurdan, çande û kelepora kurdan bûn.
    Hêjayî gotinê ye ku beşê kurdî yê radyoya Misirî sala 1957an di serdema serokê Misirê yê berê Cemal Ebdunasir de bi rêbazeke dijî Pakta Bexdayê weşan dikir û piştgiriya pirsa kurd dikir. Ev radyo bandoreke mezin li ser raya giştî ya kurdan kir.

    BERTEKÊN IRAQ, ÎRAN Û TIRKIYEYÊ LI DIJÎ RADYOYA KURDÎ YA QAHÎREYÊ
    Nivîskarê Amîdiyeyî Wesfî Hesen di nivîseke xwe de diyar dike ku radyo gelekî dihat guhdarkirin û dibêje ku Cemal Ebdulnasirî bixwe ev radyo daye vekirin û wiha dibêje: "Bi awayekî suriştî, vekirina radyoya Qahîreyê, heythûteke herêmî û navdewletî çêkir û ji aliyê çapemeniya Iraq, Tirkiye û Îranê ve hat şermezarkirin."

    Nivîskarê tirk Nuh Gonultaş derbarê vê mijarê de bûyereke wiha vedibêje: "Gava Hikûmeta Misirê biryar da ku radyoyeke(kurdî) veke, balyozê (Tirkiyeyê) li Qahîreyê bi lez û bez diçe ba rayedarên misirî û aciziya Tirkiyeyê radigihîne. Li ser vê, rayedarên misirî, ji balyozê me vê dipirsin; ‘li Tirkiyeyê kurd hene?' Balyozê me dibêje, ‘na'. Rayedarên misirî li ser bersiva balyozî wiha dibêjin; madem tine ne, sedem jî tine ku hûn pê aciz bibin."
    Şahê Îranê xwest bandora vê radyoyê kêm bike lewra radyoya Kirmanşanê damezirand ku dûre navenda wê hatin birin bo Tehranê. Lê gorî Kakaî, "vê radyoyê(ya Kirmanşanê) nekarî xwe li ber bandora siyasî ya radyoya Misirê bigire û hunermend û nivîskarên kurd ew radyo ji xwe re bi kar anî ta ku kelepora kurdî vejînin û muzîk û stranên kurdî li pêş xin anku diyalektîka jiyanê li gorî berjewndiya kelepora kurdî bi rê ve çû, li gel mebestên pergala şahistanî.

    Ji aliyê din ve, Serhad B. Rênas li ser sedema avakirina vê radyoyê û helwesta Şahê Îranê û radyoya wî li dijî wê vekiribû wiha dibêje: 1957ê de encama pêşketinên politîk de Misir bi radyoya Qahîreyê li dijî Iraqê dest bi weşanên radyoyê kir.Di radyoya Qahîreyê weşanên Kurdî jî dihat kirin.Di wan weşanan de stran,helbest û bernameyên netewperestî dihat kirin.Armanca Misirê bikaranînê Kurdan li dijî Îran û Iraqê bû. Li ser vê yekê Hikûmeta Îranê 7 milyon dolar bo xebatên rayedana Kurdan û destpêkirina weşanên Kurdî di radyoya Tehranê de terxan kir.

    Bi giştî Li Îranê
    Radyoya Tehranê (Seatek)
    Radyoya Kermanşahê (3,5 Saet)
    Radyoya Razaiyeh (Seatek)
    Radyoya Senendec (4 Saet)
    Radyoya Maşhad (Nîv Saet)

    weşanên Kurdî dikirin. Armancên wan hemû radyoyayan hêsanî kontrolkirina Kurdan bû. Di wan radyoyande herî zêde zaravaya Kurmancîya Jêr(Soranî) piştre jî Kurmancîya Jor dihat bikaranîn.Her wiha weşanên wan radyoyan bo pêşîgirtina pêşketina zimanê Kurdî bi Kurdîyekê pirr xirab dihat kirin.Takstên weşanan bi peyvên Farsî tije bû."

    XEBATKARÊN RADYOYA KURDÎ YA QAHÎREYÊ:

    Şêx Omer Wecdî El-Mardînî — Berprisyarê beşê kurdî yê radyoya Qahîreyê

    Hoşyar Tahir Baban ji bajarê Silêmaniyê, ji sala 1957an heta Sibata 1959an xebitî.

    Mihemed Hisên El-Mela Dize ji Hewlêr, ji sala 1957an heta Sibata 1959an xebitî.

    Mihemed Kerîm Şeyda ji Silêmaniyê, ji sala 1957an heta Sibata 1959an xebitî.

    Ji Temûza 1959an heta Cotmeha 1961ê:

    Ebdullah me'rûf, ji Merîwanê

    Ednan Heqî Qamişlo, ji Qamişloyê

    Ebdulwehab El-Mela, ji Amûdê

    Osman Nogranî, ji Hewlêrê

    Asim El-Huseynî, ji Amûdê

    Ji Cotmeha 1961ê heta Sibata 1968an

    Dr.Fûad Mesûm ji Koyeyê, (Niha serokkomarê Iraqê ye)

    Dr. Mihemed Remedan El-Kerkûkî ji Kerkûkê

    Ebdullah Me'rûf, ji Merîwanê

    Dr. Yûsif Meirûf Zende

    Osman Nogranî ji Hewlêrê

    GIRTINA RADYOYA QAHÎREYÊ

    Beşê kurdî yê Radyoya Qahîreya di Sibata 1968an de hat girtin. Nivîskar Wesfî Hesen sedema girtinê wiha dibêje: "Di Sibata 1968 de, beşê kurdî yê radyoya Qahîreyê ji ber fişarên zêde yên hikûmeta Şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî, Serokê Iraqê Edbulselam Arif û Serokê Tirkiyeyê Cevdet Sunay hat girtin".

    Bi heman mijarî:

    Çapemeniya kurdî xistina balafira rûsî çawa dinirxîne?
    Medyaya Îsrayîlê: ‘Berjewendiya me û Rûsyayê ya hevbeş avakirina dewleteke kurdî ye'
    Beşikçî: 'Bi kurdî nebe, ragihandina xweseriyê bi ser nakeve'
    Yekgirtû Islamî: Dema ragihandina dewleta Kurdî ye
    Zanayê Şîa yê Iraqî: Îran dixwaze zimanê Farisî li Iraqê belav bike
    'Sala 2016an ji bo zimanê kurdî saleke xerab bû'
    ‘Zimanê tolhildêr yê Wezareta Karên Navxweyî bingeha êrişan amade dike'
    'Dewlet naxwaze Kurd bi hêz û derfetên xwe zimanê xwe pêş bixin'
    Zaxarova, peyvên Stoltenberg wergerand zimanê ‘reel polîtîkê'
    ”Hin romanên kurdî hene ku wergerin zimanên cîhanê wê ji zimanê malê bêtir qîmetê bibînin”
    Îranê projeya perwerde ya zimanê Kurdî pêk neanî
    Etîketan:
    çapemenî, radyo, Egîtê Cimo, Ahmê Çolo, Efoyê Esed, Zadina Şakir, Aslîka Qadîr, Meyrem Xan, Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Mihemed Teyib, Eyşê Şan, Seîd Gabarî, Mihemed Arif Cizrawî, Cemal Ebdulnasir, Mihemed Şêxo, Êrîvan, Qahîre, Bexda, Misir, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de