18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Ciwanekî rojhilatî li Kurdistanê mirî hat dîtin

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Hat ragihandin ku termê ciwanekî kurd ê ji rojhilatî li Soranê mirî hatiye dîtin.

    Li gorî daxuyaniya Berdevkê Polêsê Soranê, Neqîb Hawar Ergoşî êvariya roja yekşemiyê termê xortekî kurd ê ji rojhilatî bi mirî hatiye dîtin.

    Neqîb Hawar Ergoşî got: "Navê wî ciwanî Peyman Hemedemîn Îsazade û ji dayikbûyê sala 1992 ye û termê wî li deşta Dilêziyan a navçeya Soranê ya ser bi bajarê Hewlêrê ve hatiye dîtin. Termê wî ciwanî bo pizîşkiya dadê ya Soranê hatiye şandi û piştî gihîştina bavê wî xortî, wî ji me re ragihand, ku kurê wî piştî ku ji mal derketiye derê, nevegeriyaye."

    Berdevkê Polêsê Soranê dibêje, tu cihê îşkence û fetisînê yan xenqînê li ser bedena wî xortê Rojhilatê Kurdistanê nehatiye dîtin û bo lêkolînên zêdetir termê wî bo pizîşkiya dad a Hewlêrê hatiye birêkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokkomarê Fransayê gihişt Hewlêr
    Tîmên Futbolê yên Hewlêr û Zaxoyê ji lîga Iraqê vekişiyan
    'Gorranê gefa birîna gaza Hewlêr û Dihokê xwar'
    Wezîrê Parastinê yê DYAyê piştî Bexdayê hat Hewlêr
    Parlemantarê PDKê: Hewlêr petrola xwe bifiroşe Mozambîkê ji budçeya Bexdayê çêtir e
    Etîketan:
    Ciwanekî rojhilatî mirî hat dîtin, Neqîb Hawar Ergoşî, Peyman Hemedemîn Îsazade, Hewler, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de