08:22 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Pêşmerge dikin

    Yildirim ligel Barzanî li Çiyayê Zertik serdana Pêşmerge kir

    © Foto: twitter - Rûdaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10501

    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ku serdana Herêma Kurdistanê dike, piştî civîna rojnamevanî digel Serokê Herêma Kurdistanê çû serdana eniya Çiyayê Zertik a Pêşmergeyan.

    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim digel Serokê Herêma Kurdistanê bi karwaneke wesayîtan ber bi eniya çiyayê Zertik a Pêşmergeyan ve çûn.

    Barzanî û Yildirim li wir serdana hêzên Pêşmergeyên ku li hemberî DAIŞê berevaniyê dikin kir.

    HEYETA TIRKIYÊ JÎ BI YILDIRIM RE ÇÛ ÇIYAYÊ ZERTIKÊ

    Di serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim a eniya Pêşmerge ya li Çiyayê Zertikê de, şandeya Tirkiyê ku ji wezîr û parlemanteran pêk dihat jî amade bûn.

    Barzanî agahiyên leşkerî û pêşveçûnên Pêşmergeyan ên li dijî DAIŞê bi Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim re parve kir û bi hev re rewşa erdê ya parastinê temaşe kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Şamê têqîn: 5 mirî 15 birîndar
    Li Qûdsê bi TIRê êrîş kirin: 4 kesan can da
    Di nava saziya îstîxbarat û tîma ewlehî ya Trump de gengeşî tuneye
    DAIŞîyê xwîna 4 Pêşmerge û gelek welatiyan rijandibû hat kuştin
    Yildirim: Heger Iraq bi ewle nebe Tirkiye jî nabe
    Etîketan:
    Çiyayê Zertik, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, Serdana Parêzeran, Mesûd Barzanî, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de