03:52 21 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Almanya bo xweparastina ji çekên kimyewî pêşmergeyan perwerde dike

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4401

    Wezareta Bergirî ya Almanyayê di çarçoveya hevkariya ligel Hikumeta Herêma Kurdistanê de ji bo xwe parastinê de ji êrîşên kimyewî, beşek ji Hêzên Pêşmerge perwerde dike.

    Li gorî agahiyên Kurdistan24ê Wezareta Bergirî ya Almanyayê di warê xweparastina ji êrîşên kimyewî de yek jê fermandar bi tevahî 15 pêşmergeyan perwerde dike.

    Li gorî wan agahiyan Fermandarê bergirî yê kimyewî Îsmaîl Çalî ragihand ku wan îro dest bi perwerdehiyê kirine û biryar e ku 14 rojan ev perwerde berdewam bike û di 20'ê Rêbedana 2017'an de bidawî bibe.

    Hêjayê gotinê ye ku Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê berê çend caran ji welatên hevpeymana navdewletî daxwaz kiribû ku kelûpel û pêdiviyên xweparastinê ji çekên kimyewî bidin Hêzên Pêşmerge.

    Bi heman mijarî:

    Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye
    Du efserên pêşmerge bi tohmeta hevkariya li gel DAIŞê hatin desteserkirin
    Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeymanî civiyan
    Yawer: Wê Kanada çekan bide Pêşmerge
    Zanayên Olî yên Rojava serdana Pêşmerge dikin
    Bi hezaran pêşmerge li dijî gotinên parlementera Gorran xwepêşandanek mezin li dar xistin
    Etîketan:
    xweparastina, çekên kimyewî, Hêzên Pêşmerge, Îsmaîl Çalî, Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de