08:31 26 Îlon 2017
Zindî
    YNK û Goran

    YNK projeyeke çareserkirina qeyrana herêma Kurdistanê amade dike

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) Rizgar Elî ragihand ku wan projeyek amade kiriye ku dê bikare hemû kêşeyên herêma Kurdistanê çareser bike.

    Endamê şandeya navbeynkar a YNKê Rizgar Elî ji rojnameya Kurdistanî Nwê re diyar ku dema qonaxa bê ya gotûbêjên aliyên Kurdistanî nehatiye diyarkirin û destnîşan kir ku ew qonax dê di demeke nêzîk de pêk were.

    Elî axiftina xwe wiha dewam kir: "Projeyeke nû ya YNKê heye ku pêdiviya wê pesendkirina polîtbîroyê heye. Ew kêşeyên siyasî, aborî, yên muçeyên karmendan, yên dahatên petrol û gazê û yên pergala birêveberiyê li gel gelek kêşeyên din çareser bike." û teqez kir ku ev proje projeyeke tekûz e û dê çareseriyê ji bo hemû kêşeyan re peyda bike.

    "BARZANÎ: EM Ê PÊŞÎ BI PDKÊ RE BICIVIN"

    Ev daxuyaniya Elî piştî daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê ku gotibû: "Hevdîtin dê bi hemû aliyên siyasî re berdewam bikin. Lê bi despêka salê re, em ê pêşî bi YNKê re bicivin."

    Ji aliyê din ve, Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hecî ragihand ku ew nûçeyên derbarê hebûna projeyeke Goranê ji bo çareserkirina kêşeyên herêma Kurdistanê, ne rast in û teqez kir ku ew projeya di nûçeyan de hatibû belavkirin, ne projeya me ye lê dibe ku xebateke şexsî be.

    Hêjayî gotinê ye ku berî demekê, hinek saziyên medyayê projeyek weşandibû û îdia kiribû ku ew projeya Tevgera Goranê ye.

    YEKGIRT:BILA PDK BILEZÎNE

    Berpirsyarê nivîsgeha Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Omer Mihemed wiha got: "Divê PDK di  pêngavên xwe de bilezînin ta ku qonaxeke nû ya civînan dest pê bike." û teqez kir ku êdî dor dora PDKê ye ku tiştekî bike.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo civîna YNK, PDK û Gorranê amadekarî têne kirin
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    PDK wê bi YNK û Goranê re bicive
    YNK: Em ê bi PDKê re mijara Serokatiya Herêmê biaxivin
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    "Li ser banga barzanî divê YNK û PDK bi hev re bixebitin"
    Etîketan:
    PDK, Goran, YNK, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Omer Mihemed, Şoreş Hec, Rizgar Elî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de