21:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Endamên hêzên pêşmerge li eniya Xazirê

    Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5120

    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser gotinên Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî ku gotibû, ‘Divê Pêşmerge vegere sînorên xwe yên berî sala 2003an’ daxuyaniyek belav kir û got, 'Yê sînorê Kurdistanê diyar dike Pêşmerge ye, ne Malikî ye.'

    Di daxuyaniya ku li ser navê Berdevkiya Wezareta Pêşmerge 4ê Rêbendanê hatiye ragihandin de, hat gotin, "Yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye, ne Malikî ye. Ji bo Malikî wiha baştir e ku dest ji wê siyasetê berde."

    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku sînorên beriya 2003yan ne sînor bûn û ew tenê sînorên rejîma Beas û xeta temasa Pêşmege bûn.

    'PÊŞMERGE BI XWÎNA XWE EW DEVER RIZGAR KIRINE'

    Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrîşên DAIŞê û dagîrkirina beşek ji axa Herêma Kurdistanê, Pêşmerge bi xwîna xwe ew dever azad kirine û sînorê Kurdistanê xêz kirine.

    ‘Li gorî rêkeftina hevbeş a me û Iraqê û Amerîkayê, tevahiya wan deverên ku berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatine azadkirin, cihê gengenşeyê nînin, ewên ku di çarçoveya operasyonê de jî hatine rizgarkirin, rûniştvanên wan deveran dê bi referandumê çarenivîsa xwe diyar bikin. Ji ber wê jî em dubare dikin, yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikî. Ji bo Malikî jî wiha baş e, dest ji wan siyasetan berde."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Hollandayê bi gumana êrîşkarê Reînayê operasyon hat kirin
    Nûnerê Brîtanyayê bersiva pirsa PKKê da
    Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Serdana Serokwezîrê Tirkiyê ne 5ê mehê, 7ê mehê ye
    Lîbya: Em amadene piştgiriya înîsiyatîfên bo diyalogê yên Rûsyayê bikin
    PDK: Xwpêşandanên li ber ofîsên me xeta sor e
    Etîketan:
    Diyarkirina sînoran, Herêma Kurdistanê, Iraq, Bersiva Malikî, Wezareta Pêşmerge, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de