03:07 25 Mijdar 2017
Zindî
    WikiLeaks

    Wikileaksê îdia kir, Herêma Kurdistanê bersiva îdiayan da

    © Sputnik/ Iliya Pitalev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 86 0 0

    Wikileaksê hinek belge weşandin û îdia kir ku Wezîrê Petrol û Zengîniyên Suriştî yê Kurdistanê Aştî Hewramî pêşniyarî wezîrekî tirk kiriye ku zeviyên petrolê bifiroşin Tirkiyeyê. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev îdia red kirin û got: "Gufûgoyên bi Tirkiyeyê re yan welatekî din re, tiştekî suriştî ye lê ti peyman nehatine îmzekirin.

    Wikileaksê hinek belge weşandin û di wan de de îdia kir ku Wezîrê Petrol û Zengîniyên Suriştî yê Kurdistanê Aştî Hewramî pêşniyarî wezîrekî tirk dike ku zeviyên petrolê bifiroşin Tirkiyeyê.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva van îdiayan da û got, gufûgoyên bi Tirkiyeyê re yan bi çi welatekî din re, tiştekî suriştî ye lê ti peyman ji bo firotina zeviyên petrolê nehatine îmzekirin.

    Barzanî piştî hevdîtina bi Serokkomarê Fransa Françios Hollande re di konferanseke çapemeniyê de axivî û derbarê mijara Wikileaksê de wiha got: "Nûçeyên dibêjin ku hikûmeta herêma Kurdistanê zeviyên petrolê firotine Tirkiyeyê, ji rastiyê dûr in û guftûgo bi Tirkiyeyê re yan bi welatekî din re tiştekî suriştî ye".

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Hewlêrê ji bo kêmkirina aloziyên Bexda û Enqerê rol lîst
    Endamê Goranê: Bila PDK beyanameya Barzanî bike proje
    Veysi Kaynak: Ger Barzanî bisernekeve Artêşa Tirk wê tişta pêwîst bike
    Mesûd Barzanî Cejna Noelê li Xirîstiyanan pîroz kir
    Barzanî: Divê ji bo Mûsilê pilaneke piralî hebe
    KCK: Pêwîstî bi yekîtiyê heye, daxuyaniyên Barzanî bêkêr in
    Etîketan:
    petrol, Françios Hollande, Nêçîrvan Barzanî, Aştî Hewramî, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de