22:01 22 Sibat 2018
Zindî
    François Hollande - Mesud Barzanî

    Hollande: Fransa piştevanê gelê Kurd e

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Fransayê Francois Hollande di serdana Herêma Kurdistanê de, ragihand ku dê Fransa ji bo peydekirina pêwîstiyên Pêşmerge alîkariyên xwe berdewam bike. Barzanî piştî hevdîtinê ragihand ku behsa fedakariya Pêşmerge hatiye kirin û Hollande gelekî pêsnê Pêşmerge daye.

    Serokomarê Fransayê Francois Hollande, di çarçoveya serdana Iraqê de li Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

    Piştî serdana Hollande ya digel Barzanî li sengerên Pêşmergeyan ên li Çiyayê Zerdekê, şandeya Fransayê bi seroktiya Francois Hollande bi şandeya Herêma Kurdistanê re li avahiya Serokwezîrtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîn pêk anî.

    HOLLANDE: FRANSA PIŞTEVANÊ GELÊ KURD E

    Hollande li ser hatina xwe ya Hewlêrê got, “Hatina min di serê sala nû de bo Hewlêrê, ji bo wê yekê nû ku ez destxweşiyê li Pêşmerge bikim û piştgiriya hêzên Iraqî bikim bo rizgarkirina Mûsilê. Herwiha piştgiriyeke konkretî ya serbazî û mirovî û siyasî ya Herêma Kurdistanê bikim û bêjim, ku Fransa piştevanê gelê kurd e.”

    HOLLANDE: SERDAN JI BO AGAHDARBÛN Û PÊŞVEÇÛNA ŞERÊ DIJÎ TERORÊ BÛ

    Serokomarê Fransayê di civîna rojnamevanî ya piştî kombûna bi Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya Kurdistanê re piştgiriya xwe ya ji bo alîkariya Pêşmergeyan diyar kir.

    Hollande spasî li Barzanî kir ku li çeperên pêşmerge agahiyên pêşveçûna li dijî terorîstan pê re parve kiriye û got, ‘Serdana me ya eniyên şer ji bo agahdarbûna li pêşveçûnên hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê ya li dijî terorîstan bû."

    'DIVÊ NE PÊŞMERGE TENÊ EM HEMÛ BI BERPIRSIYARÎ TEVBIGERIN'

    Hollande pesnê serkeftinên Pêşmerge da û daxuyakirin ku dê Fransa ji bo dabînkirina pêwîstiyên leşkerî yên pêşmerge alîkariyên xwe berdewam bike.

    “Pêşmerge bû ku bi şerê xwe hemû cîhan rizgar dikir, niha divê dema wê be ku em hemû bi berpirsatiya xwe rabin, ne tenê Pêşmerge bi wî berpirsatiyê rabe. Divê hemû cîhan berpirsyar be û eger em dixwazin terorîst werin têkbirin, divê em hemû werin pêş.”

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li dema serdana Hollande bi bîr xist, Serokê Fransayê François Hollande diyara kiriye ku dê alîkariya pêşmerge berdewam bikin.

    BARZANÎ: ME BEHSA FEDAKARIYA PÊŞMERGE KIR

    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di daxuyaniya ku bo Rûdawê daye de, li ser girîngiya hatina Hollande wiha axivî:

    "Bêguman serdaneke gelek gelek baş bû. Serokê Fransayê gelek pesnê Pêşmerge da û bi rêz ve behsa wan kir. Hevdem behsa xebat û fedakariya Pêşmerge kir. Tekezî li ser wê jî kir ku dê berdewam bin li ser piştevaniya Pêşmerge."

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dike
    Di nav pêşdetirên Tirkiyeyê de pêşeroja Esad tine ne
    Dîmenên ketina Tirkiyeyê ya êrişkarê Reinayê hat weşandin
    Pêla koçberiyê ya ber bi Efrînê didome
    YPGê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
    Etîketan:
    Hollande, Herêma Kurdistanê, Barzanî, Pêşmerge, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de