16:40 20 Sibat 2018
Zindî
    François Hollande - Mesud Barzanî

    Serokkomarê Fransayê gihişt Hewlêr

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokkomarê Fransayê Françios Hollande gihişt balafirgeha navdewletî ya paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û bi merasîmeke fermî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

    Piştî ku Serokkomarê Fransayê Françios Hollande serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û serokkomar û rayedarên Iraqê re civiya.

    Hollande di serdana xwe ya Bexdayê de ragihand ku li vir tekoşîna we ya li dijî terorîzmê wê pêşiya êrişên li ser welatên me jî bigire.

    Hêjayî gotinê ye ku ev cara duyem e, Hollande serdana herêma Kurdistanê dike ku sala 2014an, piştî ku DAIŞ bajarê Mûsilê kontrol kir jî serdana herêmê kiribû.

    Tê pêşbînkirin ku Hollande û Barzanî di civîna xwe de behsa şerê li dijî terorê û têkiliyên navbera Parîs û Hewlêrê bikin.

    Herwiha 500 leşkerên Fransayê li herêma Kurdistanê hene ku hêzên pêşmerge perwerde dikin û şêwirmendiyê ji wan re dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Fransa: ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn e'
    Serokomarê Fransayê Hollande serdana Herêma Kurdistanê dike
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Fransayê
    Kurdistanê êrîşa Fransayê şermezar kir
    Li Fransa û Almanyayê çalakî: Ji bo Kurdistanê deng derxînin
    Etîketan:
    Françios Hollande, Mesûd Barzanî, Parîs Hewlêr, Bexda, Mûsil, Fransa, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de