17:15 21 Hezîran 2018
Alaya Herêma Kurdistanê

Hikumeta Herêma Kurdistanê êrişa Stenbolê şermezar kir

© Flickr / kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hikumeta Hikumteta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî êrişa terorî ya li Stenbolê şermezar kir.

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî êrişa terorî ya li Stenbolê ya ku di encamê de 39 kes mirin û 69 kes jî birîndar bûn bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hati gotin ku êrişên bi vî şiklî nişan dide ku, terorîstên DAIŞê li Mûsil û deverên din rastî şikestinên mezin hatine.

Di daxuyaniyê de li gel êrişa Stenbolê yên li Bexda û Necefê jî hatin şermezarkirin ku di encamê de hejmarek mezin ya hemwelatî û hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Di dewamiya daxuyaniyê de sersaxî bo malbat û hezkirin qurbaniyan tê xwestin û hêviya şifayê bo birîndaran tê kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku êrişên bi vî şiklî nişan didin ku, terorîstên DAIŞê li Mûsil û deverên din li Iraq û Suriyeyê rastî şikestinên mezin tên û ji ber vê yekê  ew, berê kiryarên xwe didin nav xelkê sivîl û cîyên giştî.

Bi heman mijarî:

Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
Welatiyeke Rûsyayê jî di êrîşa Reinayê ya li Stenbolê de miriye
Karayilan: Têkiliya tevgera kurdî bi êrîşa Stenbolê re tine
Li Sariyera Stenbolê êrîşa biçek
Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
Etîketan:
reina, serokatiya herêma kurdistanê, daiş, şermezarkirin, êrişa terorî, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de