23:16 25 Gulan 2018
Partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê civîyan

Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê: Em ê projeya hevbeş berdewam bikin

© Foto : Youtube
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr li Helebce di semînerekê de ragihand ku projeya hevbeş a di nava hersê aliyên Îslamî de ji bo yekgirtina aliyên Îslamî dane destpêkirin û dest jê bernadin.

Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr li Helebce vê êvarê li Navenda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê semînerek ji alîgirên Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê re li ser projeya wan a hevbeş a ku dixwazin eniyeke hevbeş ava bikin li dar xist. Di semînerê de bi berfirehî behsa projeya hevbeş a hersê aliyên Îslamî kir.

'PROJEYA ME HÊVIYEKÊ DIDE GEL'

Li gorî nûçeya malpera Rojnews a Herêma Kurdistanê, Elî Bapir diyar kir ku ji aliyê Komeleya Îslamiya Kurdistanê ev demeke hewldan tên dayîn ji bo biserxistina wê projeyê û wiha got; "Lê wê demê weke niha zemîn nebû. Weke duh çawan kesên yekem yên her sê partiyan civiyan. Vê yekê jî hêviyekî mezin ligel xelkê çêkiriye. Ji bo ku dawî li van krîzên siyasî yên Herêma Kurdistanê bên. Cihê keyfxweşiyê ye, hersê alî bibiryarin li ser vê yekê ku em van karên hevbeş bikin armanc, heya digihîn yekgirtina hersê aliyan. Ji ber vê yekê ez endam û alîgirên me piştrast dikim ku emê bi ti rengî dest ji projeya xwe ya hevbeş a me destpê kiriye, bernedin."

'LI SER GUHERTINÊN SIYASÎ GIRANIYA ME HEYE'

Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr herî dawî wiha got; "Weke hersê aliyên Îslamî giraniya me heye li ser guhertinên siyasî yên Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê em dixwazin ji alîgir û welatan re bêjîn ku dixwazin bi hev re kar bikin, ji bo nehiştina vê gendelî û rewşa 25 sale li Herêma Kurdistanê heye."

DUH HER 3 PARTÎ CIVIYABÛN

Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê duh li Silêmaniyê lihev civiyan û piştî civînê ragihandin ku biryar dane desteyeke hevbeş a bilind ava bikin.

 

Bi heman mijarî:

Komeleya Îslamî: Bila kurd bi awayekî serbixwe petrola xwe bifiroşin
YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
Yekgirtû: Mijara serxwebûnê giringtirîn mijar e
Yekgirtû dê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê vekişe ?
Yekgirtû: Em li gel pergala parlamenteriyê ne
Etîketan:
desteyeke hevbeş, Rojnews, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamê ya Kurdistanê, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Elî Bapîr, Silêmaniyê, Helebçe, Herêma Kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de