06:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Êrişa Stenbolê

    Kurdistan: Welatiyekî Kurdistanê di êrîşa Stenbolê de hatiye kuştin û 3ên dî birîndar bûne

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6512

    Wezareta Hundir a Kurdistanê ragihand ku welatiyekî Kurdistanê ji bajarê Hewlêrê di êrîşa Stenbolê de jiyana xwe ji dest daye û 2 welatiyên din ji Hewlêrê û keçek ji Silêmaniyê jî birîndar bûne.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, berpirsyarê beşê koçber û awareyan ya daîreya koçberan li Hewlêrê Nezhet Hisên wiha gotiye: "Sê kesên ji bajarê Hewlêrê di êrîşa klûba Stenbolê ya li klûba şevê pêk hatibû de birîndar bûne û di encamê de A.Ryê ku xwwendekar bû, hatiye kuştin û duduyên din jî birîndar bûne û niha li nexweşxaneyên Stenbolê ne."

    Herwiha Hisên diyar kiriye ku pêwendiyê bi wezareta hundir û ya tenduristiyê yên Tirkiyeyê re danîne ta ku termê kesê jiyana xwe ji dest daye bînin Kurdistanê.

    "HINEK WELATIYÊN KURDISTANÊ, DI ENCAMA ÊRÎŞÊ DE WENDA NE"

    Ji aliyê din ve, hinek çavkaniyan ragihandiye ku di encama êrîşê de, hinek welatiyên Kurdistanê jî wenda ne û ti agahî ji wan nayê girtin ku keçek ji Silêmaniyê jî di nav wan de ye û malbata wan jî nîgeraniya xwe li ser rewşa wê ragihandiye.

    Hevala keça wenda jî diyar kiriye ku hevala wê duh li klûbê bû û agahiyên wê hene ku hatiye rakirin bo nexweşxaneyê lê hîn wê nekariye wê bibîne.

    Duh bi şev li taxa Ortakoyê ya navçeya Beşiktaşê ya Stenbolê, li hemberî klûbeke şahîniyê ya taybet êrîşeke biçek pêk hatibû û di encamê de herî kêm 39 kes hatibûn kuştin ku gelek biyanî di nav wan de bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Sariyera Stenbolê êrîşa biçek
    Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
    Amerîkayê hişyarî da welatiyên li Stenbolê
    YEyê derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da
    Piştî êrîşa li Stenbolê ji hikûmeta AKPê daxuyaniya ewil
    Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin
    Sedema teqîna Stenbolê diyar bû
    Etîketan:
    çekdarî, êrîş, Silêmanî, hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de