04:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Francois Hollande

    Serokomarê Fransayê Hollande serdana Herêma Kurdistanê dike

    © REUTERS/ Eric Feferberg/Pool
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Serokomarê Fransayê François Hollande wê serdana paytexta Herêma Kurdistanê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

    Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê François Hollande ê ku wê peşiyê serdana Bexdayê bike, piştî wê serdanê wê derbasî Hewlêrê bibe û serdana Herêma Kurdistanê bike.

    Hat hîn bûn ku Hollande wê di dema serdana xwe ya Kurdistanê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hinek rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

    Tê payîn ku Hollande û Barzanî di civînê de mijarên wekî şerê li dijî DAIŞê, operasyona Mûsilê û rewşa penaberan binirxînin.

    Fransa yek ji wan dewletan e ku di nava hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de cih digire û piştgiriyê dide Hêzên Pêşmergeyan.

    Serokomarê Fransî Hollande cara pêşîn di Îlona 2014a de serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî herî dawiyê de di sibata 2015a de çûbû Fransayê û bi François Hollande re hevdîtin pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Fransayê Hollande: Careke din nabim namzed
    Çelîk bersiv da gotinên Hollande yên di derbarê sernuxamtinê de
    Civîna Mesûd Barzanî û François Hollande bi dawî bû
    Pûtîn, Hollande û Merkel wê li lûtkeya G-20an de werin ba hev
    Etîketan:
    serdan, Mesûd Barzanî, François Hollande, Bexda, Hewlêr, Kurdistan, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de