14:44 22 Îlon 2017
Zindî
    PYD, Kurdistan

    Encamnameya 'Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê' hat ragihandin

    © AFP 2017/ Louisa Gouliamaki
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê navê nû yê sîstema rêvebiriyê li Rojava eşkere kir û Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê ragihand. û bang li hemû hêzên Sûriyê yên siyasî û civakî hat kirin ku bi awayekî aktîf beşdarî avakirina sîstema demokratîk bibin.

    Piştî ku belgeya siyasî yê Meclîsa Demezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê hat avakirin, encamnameya civînê bi civînekê çapemeniyê hat ragihandin.

    Encamname Meclîsa Demezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê wiya ye:

    ″Di çarçoveya geşedanên dawî yên li Sûriyê û herêmê û di encama xebat û amadekariyên ku ji dema avakirina Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk de ji 17ê Adarê 2016an ve destpê kirine, civîna duyemîn di 27-28-29ê Berfanbara 2016an de li bajarokê Rimêlan bi beşdariya 165 Endaman ji hersê Kantonan û herêm Şahbayê hat lidarxistin."

    "Her wiha Meclîsa Damezrêner belgeya siyasî ku nêrîna wê ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê vedibêje esas girt. Meclîsê diyar kir ku Federaliya Bakurê Sûriyeyê parçeyek sereke ji Sûrieyeya Federal û Demokratîk e. Federalî çareseriya demokratîk ji Sûriyeya pêşerojê re ye û dê Sûriyê ji aloziya heyî derxe û rê li pêşiya rûxandina civakê bigire. Herwiha pêkhateyên ku şoreşa 19ê Tîrmehê lidarxistin û xebatên xwe li ser bingehê jiyana hevbeş û li gorî pîvanan Neteweya Demokratîk pêk anîn û bingehê çareseriyê pêş xistin û gelek proje û berjewendiyên li dijî gelê Sûriyeyê vala derxistin. Tecrubeya me di rêvebirina pêvajoyê de bû nûmuneyek ji tevahiya Sûriyeyê re."

    "Em bang li hemû hêzên demokratîk û niştîmanî ku baweriya wan bi çareseriya siyasî heye (ku berê xwe bidin herêmên ferderaliya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ku ji terorê û desthiladariyê hatine rizgarkirin), ku em bi hev re û bi yek destî Sûriyeyeke Federal û Demokratîk ku hemû gelê herêmê cihê xwe di nav de bigire ava bikin û bang li hemû hêzên siyasî û civakî yên li Bakurê Sûriyeyê dikin ku bi awayekî çalak tevlî Sîstema Demokratîk bibin û xurt bikin."

    Bi heman mijarî:

    Asayîşa Rojava: Di sala 2016an de 45 teqîn pêk hatine
    Li sînorê Rojava 3 xort hatin kuştin
    Xirîstiyanên Rojava îsal jî Noelê pîroz nakin
    Rêvebirê TEV-DEMê bang li ENKSê kir ku vegerin Rojava
    Sekreterê Komeleya Rojava hat desteserkirin
    Etîketan:
    nav, çapamenî, civîn, encamname, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de