01:13 26 Îlon 2017
Zindî
    Salih Mislim

    Salih Mislim: ‘Divê kurd şaşiyên berê nekin û bibin yekdeng'

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12810

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bang li aliyên kurd kir ku yekdengiya xwe ava bikin û sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn pêk tên, bigrin. Mislim destnîşan kir ku ne dîrok ne jî gelê Kurdistanê dê rehmê li aliyên ku astengiyan li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî derdixin, nekin.

    Salih Mislim ji ANHAyê re axivî û ragihand ku şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn destpêka avakirina hêzên nû li Rojhilata Navîn bû. Di wê demê de hemû hêz li Rojhilata Navîn û li herêmên din gihiştin armancên xwe. Em weke kurd di wê demê, ji şerên wiha re ne amade bûn. Ji ber vê yekê hemû hêzan xwestin ku kurdan ji xwe re bikin kole û ji holê rakin. Ev yek jî li ser gelê kurd karesetek bû û wiha dewam kir:

    "Em niha dikarin bêjin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li herêmê pêk tê û Sûriye jî navenda vî şerî ye. Lê kurd niha ne kurdên berê ne. Em îro xwedî hêzeke leşkerî û siyasî ne û ji hemû aliyan ve birêxistinkirî ne. Pêwîst e em weke kurd ji bo ku bigihêjin armancên xwe, têkoşînê bikin û bêçare nemînin.

    Niha çevên tevahiya gelên Rojhilata Navîn li ser berxwedana kurdan e. Serkeftina kurdan tê wateya serkeftina wan gelan bi tevahî."

    ‘GELÊ TIRK LI SER GELÊ KURDAN HAT DÎTIN Û PIŞTRE JÎ LI HEMBERÎ KURDAN KOMKUJÎ PÊK ANÎTIN'

    Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser pirsa di şerê cîhanê ya yekemîn de Birîtaniya nehêle Tirkiye Mûsilê dagir bike, ew bi kurdan tehdît kir. Ji ber vê yekê jî Kurdistan hat dorpêçkirin, îro heman seneryo li Helebê û herêmên Şehbayê pêk tê. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Wiha bersivand:

    "Di sala 1920ʹan de ʹMîsaqa Millîʹ ji aliyê parlementoya Tirkiyê ve hat îlankirin. Di vê mîsaqê de biryar bû ku Tirkiye Heleb û Mûsilê tevlî xwe bike. Armanc ji vê yekê jî tinekirina gelê Kurd bû.

    Beriya vê yekê jî hikûmeta tirk gelek caran hewl da ku kurdan razî bike û bi wan re li ser vê mîsaqê li hev bike. Di vê mîsaqê de hatibûn gotin ku gelên kurd û tirk esasî yên Tirkiyê ne. Lê hikûmeta Tirkiyê piştre ev xal paşguh kir. Hikûmetê wê demê gelê tirk di ser gelê kurd re hesiband û li dijî kurdan kiryarên tinekirin, kuştin, koçberkirin û talankirinê pêk anîn. Em jî vê yekê weke xiyaneta herî mezin dibînin. Piştî van li dijî kurdan ‘Qetliyama Dêrsimê û komkujiya Agiriyê û ji bilî wan bi dehan komkujiyên pêk anîn

    ‘HIKUMETA TIRK BI KETINA HERÊMA ŞEHBAYÊ DIXWAZE KU BEŞEK JI MÎSAQA MILLÎ PÊK BÎNE'

    Mislim da zanîn ku hikûmeta Tirkiyê bi riya ketina herêmên Şehbayê dixwaze ku beşek ji Mîsaqa Millî pêk bîne. Ev beş jî xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê yên dagirkirina axa Sûriyê û Îraqê dike. Li aliyekî din ew beşê din ê mîsaqê ku xizmeta berjewendiyên gelên kurd û tirk dike, paşguh dike. Lê di van guhertinên ku rojane li herêmê pêk tên de, kurd faktorekî bingehîn e. Gelê kurd ne tenê ji bo xwe û tevahiya pêkhateyên din têkoşînê dike. Di van 5 salên ku derbas bûn de, gelê kurd xwe îsbat kir ku ew xwedî hêzeke siyasî û leşkerî ya xurt in.

    'TIRKIYE, SÛRIYE, IRAQ Û ÎRAN LI SER TUNEKIRINA KURDAN LI HEV KIRI BÛN'

    Mislim li ser pirsa ku peymanên bere têk çûn, divê kurd çi bikin de jî got: ‘Herdem Tirk, ereb û farisan rola wekaleta kurdan dilîstin û nedihiştin ku ew bi xwe di wan peymanan de beşdar bibin û Tirkiyeyê, Îranê, Sûriye û Îraqê li ser tinekirina kurdan li hev kiribûn.

    Em dikarin bêjin ku Bexdayê berê hemû peymanên armanca wan tinekirina gelê Kurd bû, qebûl dikirin lê belê ew niha bi hebûna kurdan îtraf dike. Bexda ji hevbendiya hikûmetên Sûriyê, Îran û Tirkyeyê derket. Divê em baştir bixebitin da ku Tehran, Şam û Enqere jî bi rastiya kurdan nas bikin. Bi vê yekê em ê karibin hemû peymanên ku ji bo tinekirina kurdan hatin çêkirin, têk bibin. Hin aliyên siyasî yên kurd ku dixwazin ku di navbera kurdan û hikûmetên ku me navên wan rêz kirin de tevlîheviyê derxînin. Ev tiştekî şaş e. Divê kurd ji tecrubeyên xwe yên berê sûd werbigrin. Em ne dijminê tu kesî ne. Projeya Federaliyê jî ji bo ku hemû gelên Bakurê Sûriyê di nava azadî, demokrasî û wekheviyê de bijîn hat pêşinkirin.

    Salih Mislim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    ‘JIBER KU KURD YEKÎTIYA XWE AVA NEKIRIN KONGREYA NETEWEYÎ NEHAT LIDARXISTIN'

    Hevserokê PYDê li ser pirsa çima heta niha kongreya Neteweyî nehat lidarxistin de jî got: ‘Ji ber ku aliyên Kurd yekîtiya xwe ava nekirin û Kongreya xwe ya netewî lidar nexistin, wan bedelek giran dan. Dijimên wan jî sûd ji şaştiyên wan sûdwergirtin. Ji bo wê jî li dijî kurdan bi dehan komkujiyên weke Şengal, Enfal û Helebçeyê pêk hatin. Herwiha ji ber vê yekê ez dibêjin ku pir girîng e hemû hêzên Kurdî yên siyasî kordîneyê di navbera xwe de çêbikin û Kongreya xwe ya Netewî lidar bixin. Em dibêjin ku aliyê îro li dijî lidarxistina Kongreya Netewî be, ew dijminê yekemîn ê gelê kurd e. Divê ev alî zanibin ku îro ew li pêşberî berpirsyariyeke dîrokî ne û eger di helwesta xwe ya dijberiya kongreyê de bi îsrar bin, ne dîrok û ne gelê Kurdistanê dê rehmê li wan bikin.

    Bi heman mijarî:

    Îdîanameya teqîna Enqereyê ku Salih Mislim jî bersûc e hat amadekirin
    Salih Mislim dê li parlamentoya Brîtanyayê axaftinek bike
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    Demirtaş: 'Tirkiye çend car bi Salih Mislim re hevdîtinên fermî pêk anî'
    YPG: Artêşa Tirk çeperên şervanên me gulebaran dike
    YPG: Êrişên Arteşa Tirkiye û Artêşa Azad didomin
    Etîketan:
    berjewendî, yekdengî, gel, qetlîam, şer, kurd, ANHA, Salih Mislim, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de