22:53 26 Îlon 2017
Zindî
    mamoste-dibistan-xwendevan

    Li Herêma Kurdistanê krîza mamosteyên nerazî didome

    © Foto: Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Mamosteyên nerazî yên li bajaroka Germiyanê ya Herêma Kurdistanê biryar dan ku boykota xwe berdewam bikin. Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê jî xwest, boykot were şikandin û mamoste biçin ser karê xwe.

    Li ser navê mamosteyên nerazî yên li Germiyanê Pêşkevt Îbrahîm ragihand, ji ber ku hevdîtinên wan ên bi berpirsên parêzgeha Silêmaniyê re encam nedane ew ê boykotê berdewam bikin.

    Li gor nûçeya BasNewsê Îbrahîm got, "Piştî civîna me ya 5 demjimêran ya li gel parêzgarê Silêmaniyê em negihîştine ti rêkeftinekê ji bo şikandina baykotê."

    Berdevkê mamosteyên nerazî diyar kir ku wan di civînê de daxwaz ji berpirsan kiriye heta 5ê Adara 2017an di mûçeyan de sererastkirinê bikin, lê ji ber ku wan gotiye, ev ne di destê me de ye dê boykot berdewam bike.

    Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Silêmaniyê bi civîneke rojnamevanî daxwaza şikandina boykotê kir û xwest 2yê Rêbendana 2017an mamoste li xwendegehan biçin ser karê xwe.

     

    Bi heman mijarî:

    513 DAIŞî di girtîgehên Tirkiyê de ne
    Dîktatorê berê yê Uruguayê Alvarez mir
    Dorrian: Em piştevaniya ti hêzeke piştgiriya PKKê dike nakin
    Netanyahû: Axaftina Kerry 'Pêş hukmî' ye
    Charlie Hebdo bi karîkaturekê henekê xwe bi ketina balafira Rûsî kir
    Etîketan:
    Silêmanî, Germiyan, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Boykota dibistanan, Mamosteyên nerazî, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de