05:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    Şingal / Sincar

    Amerîka: Em hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12112

    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner, di civîna rojane de hebûna hêzên nêzî PKKê li Şingalê nirxand û got, ‘Em hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin.’

    Toner di nirxandina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ‘Amerîka PKKê wek rêxistineke terorê pênase dike û divê li Şingalê ti roleke wê tune be.'

    'DIVÊ HURMETÊ LI LIHEVKIRINA SIYASÎ BIGIRIN'

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyakirin ku ji bo hemû pêkhateyên herêmê bikarin vegerin cihê xwe pêwîst e hurmet ji lihevkirina siyasî re were girtin û wiha axivî: "Hêvî dikim ku hikûmeta Bexdayê jî ji bo pêkanîna aramiya Şingalê metirsiyên me parve dike."

    BARZANÎ XWESTIBÛ PKK JI ŞINGALÊ VEKIŞE

    Hêjayî gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû, ti karekî PKKê li Şingalê nîne.

    Dîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dabû xuyakirin, heger PKK ji Şingalê venekişe dibe ku ew serlî li ‘hêza leşkerî' bidin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Trump Towerê panîka pakêta bi guman
    Fransa: Em dixwazin ji bo dawîanîna şerê Sûriyê bi Rûsyayê re hevkariyê bikin
    Amerîka: Îdiayên Erdogan ên 'Amerîka piştgiriya DAIŞê dike' komîk in
    Hevşaredara DBPê ya Agiriyê hat girtin
    PDK: Divê PKK bi rêya aştîyane ji Şingalê derkeve
    Etîketan:
    Herêma Kurdisatanê, Mark Toner, Şingal, Hikûmeta Iraqê, Amerîka, Barzanî, PKK, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navin, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de