14:19 24 Mijdar 2017
Zindî
    Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî

    Kosret Resûl: Erdogan şaş e, PKK û DAIŞ ne wekî hev in

    © Sputnik/ Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17230

    Kosret Resûl diyar kir ku siyaseta Tirkiye û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ne rast e û got, "Erdogan bi heman çavan li DAIŞê û PKKê dinêre lê ev ne rast e."

    Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtî Nîştimanê Kurdistanê (YNK) û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî ji bo rojnameyeke Îtalî axivî û got, "Nabe ku Kurdistan bi vê şêweyê berdewam bike. Ji ber ku herêm heta niha li ser Peymana Lozanê ya sala 1923ya birêve diçû. Ji bo ku em mafên xwe bidest bixin pêwîstî bi Lozaneke nû heye."

    Resûl Elî di derbarê vê mijarê de wiha berdewam kir: "Kurdistaneke serbixwe ne xewn e. Ez Kurdistaneke rasteqîn dibînim, ku wê tê de mafên hemû kêmaran werin mîsoger kirin. Wek dewletên Ewropayê, ne wek dewletên Ereban."

    Kosret Resûl di axaftina xwe de balkişand ser yekîtiya hêzên pêşmerge jî û got, "Divê pêşiyê di navbera partiyên kurdan de peymanek were danîn ku hemû hêzên pêşmerge di bin desthilatiya fermandeyekê de bikin yek û bi çekên nû yê Ewropayî werin çekdar kirin."

    Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Resûl di warê pirsgirêka Kurd û desteserkirin û girtina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDPê de rexneyên giran li siyaseta Tirkiye û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan girt. Kosret Resûl got, "Belê, mm ne ligel şerê çekdarî yê PKKê ne lê Erdogan bi heman çavan li DAIŞê û PKKê dinêre, ev ne rast e."

    Resûl li ser pirseke di derbarê berawirdkirina Recep Tayîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de jî axivî û got, "Berawirdkirina wan ne di cih de ye. Ji ber ku Erdogan dixwaze heta sala 2029a li ser desthilatiyê bimîne lê Pûtîn ne wisa ye û heta demeke kin li ser desthilatiyê dimîne."

    Etîketan:
    wekhev, şaş, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokdewletê Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, PKK, DAIŞ, Recep Tayîp Erdogan, Kosret Resûl Elî, Vladîmîr Pûtîn, Tirkiye, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de