07:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Petrol

    Herêma Kurdistanê îxrackirina petrolê kêm nake

    © Flickr/ Justin Vidamo
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3310

    Cîgirê Serokê Komîsyona Enerjî û Derametên Siruştî li Parlamena Herêma Kurdistanê Dilşad Şaban, ragihand ku dê Herêma Kurdistanê piştî biryara kêmkirina hilberandina petrolê ya Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) jî îxrackirina petrolê berdewam bike.

    Dilşad Şaban ji televizyona Rûdawê ku ji Herêma Kurdistanê weşanê dike re ragihand ku ti biryarek li ser kêmkirina îxrackirina neftê nehatiye wergirtin û wiha peyivî:

    "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne endama OPECê ye. Lê derbarê petrolê de jî ti peymaneke wê bi Hikûmeta navendî ya Iraqê re tine ye. Tenê bi lihevkirina Bexdayê re dikare rêjeya îxrackirina neftê kêm bike ku ev jî îhtimaleke dûr e. Lewma jî nafikirim ku îxrackirina petrolê were kêmkirin."

    Hêjayî gotinê ye, di raporta Wezareta Derametên Siruştî ya Herêma Kurdistanê de hatibû ragihandin ku di meha Mijdarê ya 2016an de rojane 587 hezar 646 bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye îxrackirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê 3 peykerên serdema Babîlê hatin desteserkirin
    Kalin: Tirkiye, Rûsya û Îran dibin garantorên Sûriyê
    Wezareta Parastina Rûsyayê: Termê kesekî din hat dîtin
    Sedema ketina balafira futbolîstên Brezîlî diyar bû
    Etîketan:
    OPEC, Herêma Kurdisatanê, îxrackirina Petrolê, Hewlêr, Bexda, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de