08:45 24 Çile 2018
Zindî
    ypg-bayrak

    Reveberiya Xweser 4 girtiyên ENKSê serbest berdan

    © AFP 2018/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Reveberiya Xweser a Rojava 4 girtiyên siyasî yên endamên Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) serbest berdan.

    Hate ragihandin ku Bextiyar Resûl, Nêçîrvan Hisên, Mahir Erebo û Omer Salih Cemîl ku di merasîma cenazeya Hebîb Qedrî de 15ê Tebaxê de ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan.

    Tê payîn ku nêzî 60 girtiyên siyasî di zindanên Rêveberiya Xweser de hene ku 10 ji wan endamên Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) ne.

    Doh Aldar Xelîl di axaftinek xwe de rexne li partiyên Kurd ên ku digel muxalîfên hikûmeta Sûriyê cî girtine kir û bêyî navê partiyan bide bang li partiyên ENKSê kir ku ji bo xebatên xwe vegerin Rojava û ligel wan rêkeftinê bikin

    YEKÎTÎyê jî îro bersiv dabû banga Xelîl da ku siyasetmedaran ji zindanan serbest bên berdan.

    Bi heman mijarî:

    Rêveberiya Xweser hişyarî da Tirkiyeyê
    HUDA-PAR: Gelê kurd rêveberiya xweser napejirîne
    Merasîma vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûr dest pê kir
    KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
    Etîketan:
    kurd, berdan, girtî, siyasî, Rêvebiriya Xweser, Aldar Xelîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de