22:39 27 Gulan 2018
Alaya TEV-DEM û YPGê

YEKÎTÎ bersiva banga Aldar Xelîl da

© Foto: Twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ bersiv da daxuyaniyên Aldar Xelîl û got: Divê beriya hemû tiştî Rêveberiya Xweser girtiyên siyasî berde.

Endamê Desteya Rêvebiriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl doh li bajarê Amûdê yê Rojava di 14emîn Kongreya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê (PÇK-S) de axivî. Xelîl di axaftina xwe de rexne li partiyên Kurd ên ku digel muxalîfên hikûmeta Sûriyê cî girtine kir û bêyî navê partiyan bide bang li partiyên ENKSê kir ku ji bo xebatên xwe vegerin Rojava û ligel wan rêkeftinê bikin

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) Hesen Salih ragihand ku beriya hemû tiştan divê PYD girtiyên siyasî yên di zîndanên xwe de berde. Herwiha dest ji kiryarên xwe berde. Wê demê dê rê ji bo danûstandinan vebe.

Hesen Salih da zanîn, ku nabe PYD îradeya xwe li ser aliyên din ferz bike û got; "Di vê qonaxa metrisîdar de ev helwest nahêle pirsgirêk bên çareserkirin."

Salih eşkere kir, ku ew amade ne li ser xeta xwe ya neteweyî danûstandinan ligel TEV-DEM û PYDê bikin.

Bi heman mijarî:

Aldar Xelîl: Erdogan hêzên muxalif ên Helebê firotin
Aldar Xelîl: Êrîşa Minbicê diyariya Tirkiyê ji DAIŞê re ye
Aldar Xelîl û Asya Abdullah çûn Londonê
Aldar Xelîl bang li çapameniya cihanê kir ku serdana Minbicê bikin
Etîketan:
girtî, PYD, bang, bersiv, Hesen Salih, Aldar Xelîl, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de