05:06 24 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî Cejna Noelê li Xirîstiyanan pîroz kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3030

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo cejna jidayikbûna Hezretî Îsa, yanê Cejna Noelê peyameke pîrozbahiyê weşand û di peyama xwe de dest nîşan kir ku Kurdistan wê tu demê nebe cihê hizra teror û cudakariya ol û mezhebî.

    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ragihand ku bi sedema êrîşa dirindane ya terorîstan gelek Xirîstiyanan mal û halên xwe li şûn xwe hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdar im piştî têkşikandina terorê û nemana gefan wê karibin bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.

    Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku dixwazim xwîşk û birayên me yên Krîstiyan ji wê yekê piştrats bikim ku pêşmergeyan bi xwîna xwe bergirî li Kurdistanê kirin û got, "Xwişk û birayên Mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xwişk û birayên Krîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne."

    Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de got, "Em hemû li mirovayetiyê da bira û hevbeş in û hîç hêz û hizrekî şerxwaz nikare birayetî û pêkvejiyana me têk bibe."

    Etîketan:
    xirîstiyan, pîrozkirin, Cejna Noelê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de