08:03 25 Nîsan 2018
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî ji bo PKKê: Heke hewce bike em ê hêzê bikar bînin

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 04

    Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê PKK ji Şengalê derkeve û wiha got: “Heke hewce bike em ê hêzê bikar bînin.”

    Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Al-Monitorê bi Amberin Zaman re axivî. Barzanî di hevpeyvîna xwe de behsa mijara Şengalê û nîqaşên li ser wê dike û îdia kir ku hebûna PKKê li Şengalê dibe sedema bêaramiya li herêmê. Barzanî di nirxandinên xwe de got ku ‘ji ber hebûna PKKê a li wir Şengal jinûve nayê avakirin.'

    Nirxandina Barzanî wiha berdewam kir: "Gelê Şengalê ji dahatuya xwe ne pêbawer in, ji ber wê venagerin bajar. Gelê Şengalê metirsîdar e, ji ber ku dema vegerin nizanin wê bi çi ri rûbirû bimînin. Divê PKK vî tiştî fam bike, ji bo berjewendiya gl ji wir derkeve."

    Li ser pirsa ‘Heke PKK di mayina Şengalê de bi israr be dixwazin bibêjin hûnê hêzê bikar bînin?' Barzanî bersiva ‘Erê' da û wiha axivî: "Divê gelê Şengalê biryar bide ku bê wê çawa Şengal bê birêvebirin. Ji ber wê jî divê hêzên destwerdana Şengalê dikin li wir nemînin. Li gor nêrîna me hewcedarî nîne ku PKK li Şengalê bimîne. Divê ji Şengalê derkeve."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Em hêvî dikin ku PKK razî bibe ji Şingalê derkeve
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Civîna Nêçîrvan Barzanî û Binali Yildirim destpê kir
    Nêçîrvan Barzanî: "Hêvî dikim parlamenterên HDPeyî zû werin berdan"
    Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê civiyan
    Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê
    Etîketan:
    Al Monîtor, PKK, Amberîn Zaman, Nêçîrvan Barzani, Herêma Kurdistanê, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de