16:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr

    Li Hewlêrê ji bo şermezarkirina teqînên Koyê xwepêşandan tê lidarxistin

    © Foto: K24
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li Hewlêrê ji bo şermezarkirina teqîna Koyê ya bi ser baregeha Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) de xwepêşandan tê lidarxistin.

    Li ser torên medya civakî ji aliyê bizavkarên kurd ve hat belavkirin, dê xwepêşandan li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê li ber deriyê parka Şaneder 25ê Berfanbarê anku roja yekşemê li demjimêr 15.00 were lidarxistin.

    Bizavkarên ku banga xwepêşandanê kirin daxwaz ji beşdaran jî kirin ku ji bo bîranîna kesên di teqînan de bûne qûrban gulekê û wêneyên kesên can dane bi xwe re werînin.

    Di encama teqînên şeva 20ê Berfanbarê li navçeya Koyê ya girêdayî Hewlêrê pêk hatin de, 5 pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û 2 endamên asayîşê can dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bo serkeftina Helebê Esad pîroz kir
    Li Belçîka li ber Federasyona Tirk bombe hat danîn
    Amerîka 5 wezîrê Sûriyeyê û bankayek rûsî daxilê lîsteya sepandinê kir
    Nasrallah: ‘Serkeftina Helebê hêviyên têkçûna Esad bi dawî kir
    Etîketan:
    Teqînên Koyê, Hewlêr xwepêşandan, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de