05:06 24 Mijdar 2017
Zindî
    Alîgirên PDKî

    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê kirdarên teqînên Koye derxin holê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên li dijî baregeha PDK-Î/HDKê yên li navçeya Koye pêk hatibûn, bi tundî şermezar kir û xwest di zûtirin demê de terorîstên ev êrîş kirine li ber yasayan werin cezakirin.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got, ‘Pêwîst e dezgeh û saziyên pêwendîdar û Asayiş di zûtirîn demê de encamderên vî karê terorîstî bibînin û teslîmê yasayê bikin û hemû rêkar jî werin berçavgirtin, da ku bûyerên wisa dubare nebin.'

    'ARMANC TIRSANDIN Û BÊÎSTIQRARÎ YE'

    Serokatiya Herêma Kurdistanê her du teqînên şeva 20ê Berfanbarê ku li ber baregeha PDK-Îyê ya li navçeya Koye pêk hatine wek karekî terorîstî pênase kir.

    "Armanca terorê çêkirina alozî û tirsê ye di nava xelkê de û ne îstiqrariya siyasî ye û pêwîst e bi hewlên hemû aliyan, rê li wê yekê were girtin û were jinavbirin."

    Herwiha hat gotin, "Em zêdebarî ku gelek bi tundî wê karê terorîstî şermezar dikin, em serxweşiyê jî li kesûkarên şehîdên wê bûyerê dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin."

    DI ENCAMA TEQÎNAN DE 7 KESAN CAN DABÛ

    Di encama her du teqînên bombeyên vedayî yên li pêşiya baregeha Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê — Îran de, 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Operasyona Reqqayê dewam dike: Gund û mezrayek hatin rizgarkirin
    Pisporê Rûsî: Armanc Erdogan bû
    Pûtîn bersiva rexneyên çima parêzvanê balyoz tinebû da
    Etîketan:
    daxuyanî, Serokatiya Herêma Kurdistanê, PDKÎ, Teqînên Koye, Kurdistan, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de