04:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmergên PDKî

    PDK-Î: Êrîş ji hêla Îranê ve hatiye kirin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3510

    Endamê Polîtburoya PDK-Îyê Kemal Kerîmî derbarê êrîşên li hemberî baregeha wan a li Hewlêrê de diyar kir ku ‘ji aliyê Komara Îslamî ve hatine kirin'.

    Kemal Kerîmî derbarê êrîşan de ji Rojnewsê re axivî k udi encama teqînê de 5 Pêşmergeyên wan û 2 karmendên asayişe jiyana xwe ji dest dabûn.

    Kerîmî derbarê bûyerê de ev nirxandin kir:

    "Şeva buhirî saet 20:00'an de merasîma pîrozkirina ji dayikbûna Dr. Qasimlo hat li darxistin. Piştî merasîm ber bi dawiyê ve çû, dû bombeyên ku 50 metre ji cihê merasîmê dûr bi cih kiribûn, teqiya. Mixabin di bûyerê de 5 pêşmergeyên Partiya me û dû karmendên asayişê şehîd bûn û 3 kes ji birîndar bûn. Niha rewşa birîndaran başe."

    'DEWLETA ÎRANÊ GEF LI PARTIYÊN ROJHILATÊ XWARIBÛN'

    Endamê Polîtburoya PDK-Î Kemal Kerîmî îdia kir ku ew piştrastin ku ew karê Komara Îslamiya Îranê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû çapemenî û raya giştî ji bihara îsal agahdare. Fermandarên Pasdaran, Hêza Besîc û Berpirsên Hikûmeta Îranê gelek gef li partiyên Rojhilatê kurdistanê xwaribû. Bi taybet baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi eşkere kiribûn armanc."

    Kemal Kerîmî da zanîn ku ti gumanên wan nîne ku ev kiryarên terorîstane, ji aliyê Komara Îslamî ve hatibin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hinek gumanên me hene ku ew êrîş bi riya kê û bi çi awayî encamdan. Niha em di nav lêkolînê de ne, emê di demek nizîk de kesên ev êrîş kirine aşkere bikin û ji raya giştî re ragihînin."

    Bi heman mijarî:

    Li baregeha HDKê 2 teqîn çêbûn
    Berpirsekî PDK-Îyê li ser teqînan daxuyanî da
    Etîketan:
    teqîn, Pasdaran, Hikûmeta Îranê, PDK-Î, Hêza Besîc a Îranê, Dr. Qasimlo, Kemal Kerîmî, Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de