10:19 13 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna li ser bargeha PDK-Î Koye, Hewlêr 20 Berfanbar 2016

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên li ser HDKê daxuyanî belav kir

    © Foto: twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên li dijî Navenda Baregeha HDKê daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniya hikûmetê da teqînên li ber baregeha HDKê ya li bajarokê Koyê ya Hewlêrê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: "Wê hemû hewldanên me ji bo aşkerekirina van kiryarên terorîstî be. Em dubari dikin ku hemû hewldan û tiştên ji deste me were em ê ji bo kesên ev bûyer pêk anîn û li pişt bûyerê li gorî yasayan werin cezakirin."

    Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê mijarê de wiha didome:

    Şeva derbasbûyî di dema rê û resma 'Şeva herî dirêj' de du êrîşên terorîstî dijî avahiya baregeha HDKê li Koyê çêbû û bû sedema şehîdbûna pênç endamên asayîşê û hejmarek birindaran. Em wan kesên ku ev kiryar kirin û li pişta vê bûyerê ne, bi tûndî şermezar dikin. Ser saxiyê ji malbatên şehîdan re dikin û hêviyên şîfayê ji bo birîndaran dixwazin.

    Em hemû hewl û xebatên xwe bi kar tînin ji bo ku kesên ev karên terorîstî pêk anîne bi awayekî yasayî werin cezakirin.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî PDK-Îyê li ser teqînan daxuyanî da
    Etîketan:
    teqîn, PDK-Î, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Koy, Herêma Kurdistanê, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de