00:40 13 Kanûn 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Barzanî ji bo Karlov sersaxî ji Rûsyayê re xwest

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqereyê Andrey Karlov sersaxî ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, gel û hikumeta Rûsyayê û malbata Karlov re xwest.

    Li gorî agahiyên li ser malpera Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ligel şandekê serdana Konsolxaneya Rûsya ya li Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Konsolê Giştiyê Rûsya yê li Herêma Kurdistanê Victor Simakov ve hatin pêşwazî kirin.

    Hat diyar kirin ku Rayedarê Herêma Kurdistanê Mistefa û şanda bi wî re di serdana xwe de li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqereyê Andrey Karlov hevxemî û serxweşiya ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, gel û hikumeta Rûsyayê û ji malbata Karlov re xwest.

    Felah Mistefa ji rayedarên Rûsî re got, "em hevxemî û serxweşiya birêz Serokê Herêmê Kurdistanê digihînin Serok Pûtîn, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê û malbata birêz Karlov."

    Mistefa di serdana xwe de her wiha kuştina Karlov jî bi tundî şermezar kir û got, "Cihê xemgîniyê ye ku dîplomatkarekî di dema bicihanîna erka xwe de bi awayekî nemirovane were kuştin û em bi tundî şermezar dikin."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: "Divê ji bo şîroveyên kesên li pişt bûyera suîqestê lez neyê kirin"
    Kuştina Karlov bandorê li çareseriya krîza Sûriyeyê nake
    Hat aşkere kirin ku kujerê Karlov, Mert Altintaş çawa hatiye kuştin
    Başbug: "Li gorî min suîqesta Karlov bûyereke plankirî ye"
    Pûtîn ji bo merasîma cenazeyê Karlov civîna çapemenî bi paş xist
    Gelo qatilê Karlov bi saxîtî nedihat bidestxistin?
    Etîketan:
    sersaxî xwestin, Serokdewletê Rûsyayê, Serokê Herêma Kurdistanê, Andrey Karlov, Victor Simakov, Vladîmîr Pûtîn, Felah Mistefa, Mesûd Barzanî, Kurdistan, Enqere, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de