02:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmergên PDKî

    Di teqîna Koyê de fermandarekî PDKÎyê jî jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di teqînên şevê din ên li pêş baregeha Polîtburoya PDKÎyê bû sedem ku fermandeyekî pêşmerge yê wê partiyê bi navê Elî Qoytasî jiyana xwe ji dest bide

    Li gorî zanyariyan, Elî Qoytasî xelkê bajarê Mahabadê yê Îranê bûye û yek ji fermandeyên naskirî yên pêşmergeyên PDKÎyê ye. Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎyê Îsmaîl Şerefî di daxuyaniyekê de ragihand ku hêj tu belge di ber destê wan de nîne, lê belê tekez kir ku êrişên li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê ji aliyê Îranê ve tên kirin.

    Şerefî got: "Heta niha me tu belge li ser encamderên teqînan di ber dest de nîne, lê belê ew karên ku li dijî Partiya Demokrat tên kirin, tu şik û guman tê de nîne, ku destê Komara Îslamiya Îranê wekî rejîmeke terorîst li deverê tê de heye, îja eger rasterast jî dest tê de nebe, û bi destên desteyeke din bibe. Destê eşkere yê Îranê di vê pêwendiyê de veşartî nîne."

    Endamê PDKÎyê Şerefî herwiha got: "Teqîna yekem di nav dukanekê de bûye, dema pêşmerge çûna nav dukanê, teqîna duyem çê bûye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ: Nûçeya rawestandina şer derew e
    PDKÎ: "Îran cenazeyên 8 leşkerên xwe dixwaze"
    PDKÎ: "Em pêşmergeyên xwe dişînin Îranê"
    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
    PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
    Etîketan:
    Pêşmergeyê PDKÎyê, Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎyê, Îsmaîl Şerefî, Elî Qoytasî, Koy, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de