20:07 14 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna li ser bargeha PDK-Î Koye, Hewlêr 20 Berfanbar 2016

    Rêvebirê Asayîşa Koyê: Di teqînan de 7 kesan can da

    © Foto: twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberê Polîsê bajaroka Koye li Herêma Kurdistanê Şoreş Kake li ser ziyanên teqînên ser kampên PDK-Îyê ragihand ku 7 kesan can daye û bêyî hejmarê bide got, çend kes jî birîndar bûne.

    Rêvebirê Polîsên Koye di encama teqînên li ber bargehên PDK-Îyê de kuştina 7 kesan piştrast kir û got, 6 ji wan pêşmerge ne, yek jî karmendê asayîşa Koyê ye.

    Şoreş Kake daxuyakirin ku ji nav birîndaran kesek ji wan beşek mezin ji bedena wî şewitî ye ku ew jî bo nexweşxaneya Hewlêrê hatiye veguhestin.

    'EM NIKARIN KESÎ TOHMETBAR BIKIN'

    Rêvebirê Asayîşa Koyê ji medya Herêma Kurdistanê re ragihand, teqîn li dema şahiya rojbûna rêberê PDK-Îyê Qazî Muhammed pêk hatine ku hêj ti gumanbarên teqînan nehatine girtin, ji ber wê jî nikarin kesî tohmetbar bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Biryara Obama xeyalî, bêbingeh û dijminane ye
    Li baregeha HDKê 2 teqîn çêbûn
    Lavrov û Çavuşoglu bi hev re cenazeyê Karlov pêşwazî kirin
    Etîketan:
    herêma kurdistan, hewlêr, Koye, PDK-Î, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de