20:01 18 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî, merasîma vekirina Konsulxaneya Îtalyayê

Sê wezîrên ewrûpî ji Kurdistanê re gotin: Em li pişta we ne

© Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li gel Wezîrê Karên Derve yê Luksemburg Jean Asselborn, Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Didier Reynders û Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Bert Koenders hate ba hev. Hersê wezîran spasiya Herêma Kurdistanê kirin û diyar kirin ku wê piştevaniya wan bo herêmê jî bidome.

Piştî hevdîtina girîng Barzanî û her çar wezîran bi hevre civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.   Di civînê de Barzanî ji bo mijarên alîkariya leşkerî, perwerdekirina pêşmergeyan û penaberan de spasiya xwe ji hersê weîzran re kir û wiha pê de çû: ‘Em hêvî dikin ku ev alîkarî bidomin. Herwiha em bo reformên ku ji aliyê hikumeta me ve hatiye destpêkirin jî alîkariya we dixwazin. Me di civînê de behs kir ku wê çawa alîkariya me bikin.'

‘EM li PIŞTA HERÊMA KURDISTANÊ NE'

Wezîrê Derve yê Luksenburgê Jean Asselborn di wê kongireya rojnamevanî de, ragihand: ‘Me civîneke baş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lidar xist. Me behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Herwiha em li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de kirin. Em hatine da ku ji we re bêjin em li pişta we ne di şerê li dijî DAIŞ de. Em bi navê Yekîtiya Ewropa spasiya Kurdistanê dikin ku zêdetir ji 50% ji koçberên Iraqê lixwe girtiye. Em dizanin ku Kurdistan cihê pêkvejiyanê ye û em dizanin ku ji ber qutkirina budceya Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, kirîza darayî li cem we heye.'

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders ragihand ku ev cara duyem e ku ew serdana Herêma Kurdistanê dike û diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞê de ew li pişta Herêma Kurdistanê ne ne.

PIŞTÎ ŞER JÎ WÊ PIŞTEVANIYA ME BIDOME

Reynders amajek kir ku piştî şer jî wê di mijara asayiş û aramiyê de piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin.  Reynders  di dirêjiya axafitna xwe de got ew dixwazin ji aliyê bazirganî û aborî ve jî pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistanê baş bin û alîkariyê bidin wan. Herwiha ew dixwazin konsulxaneya xwe ya fexrî li Herêma Kurdistanê vekin.

PÊŞMERGE DI PARASTINA GEL DE XWEDÎ ROLEKE MEZIN E

Wezîrê Derve yê Holendayê Bert Koenders jî di civînê de diyar kir ku ew ji aliyê perwerdeya leşkerî ve alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin ji ber ku Pêşmergeyan xwedî roleke mezin e di parastina gel û asayîşê de.
Koenders spasiya xwe ji Herêma Kurdistanê re kir ku ji ber wan deriyê xwe ji koçberan re vekirine û got:  ‘Di şerê Mûsilê de em li pişta Kurdistanê ne. Herwiha divê pilanek ji Mûsilê re li piştî nemana DAIŞê hebe, ku pilana îdareya wê bê amadekirin.'

Bi heman mijarî:

Ji Ewropayê komeke wezîr serdana Herêma Kurdistanê dikin
Hicrî: "Îran dixwaze hikûmeta Kurdistanê xirab nişan bide"
Kamuran Yuksek bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî Cejna Ezî ya kurdên êzidî pîroz kir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de