06:28 20 Sibat 2018
Zindî
    Operasyona Mûsilê - Pêşmerge

    Yawer: Wê Kanada çekan bide Pêşmerge

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Tuggeneral Cebar Yawer diyar kir ku wê hikûmeta Kanadayê di çarçoveya pêwistiyan de çek û kelûpelên leşkerî yên nû bide hêzên Pêşmerge.

    Li gorî daxuyaniya Yawer ev çek û kelûpel di çarçoveya şêwira hikûmeta Kanada û hikûmeta Herêma Kurdistanê de wê bên dayin û wiha got: "Hikûmeta Kanadayê ji bo şandina van çekan destûr standiye. Koordînasyona hêzên Hevpeymana Navdewletî û hêzên Pêşmerge berdewam dike. Di çarçoveya pêwistiyên hêzên Pêşmerge de him di warê perwerdeyê de hem jî li eniyên şer de wê her cure alîkarî berdewam bike."

    Yawer diyar kir ku di çarçoveya piştgiriya têkoşîna li dijî DAIŞê de, di nava Wezareta Pêşmerge û rayedarên leşkerî yên DYAyê de şêwir berdewam dikin û weke tugayên 1 û ya 2 wê tugayeke nû ya Pêşmerge ji hêla DYAyê ve weke biçekkirin.

    Sekreterê Giştî yê Pêşmerge Yawer herwiha destnîşan kir ku bi destûr û êrêkirina hikûmeta navendî ya Iraqê, gelek welatan ji bo hêzên Pêşmerge çek şandine û bêyî destûra hikûmeta navendî ji Pêşmerge re çek nehatine şandin.

    Bi heman mijarî:

    Kurd Idol dê ji bo malbatên pêşmergeyan bistirê
    Bexdayê mûçeyên 100 hezar pêşmergeyan xist nava pêşnûmeya yaseyê
    Operasyona Mûsilê: 1.600 Pêşmergeyan can da
    Dîmenên desteserkirina terorîstekî DAIŞê ji aliye Hêzên Pêşmergeyan ve
    Cebar Yawer: Karê Pêşmergeyan di operasyona Mûsilê de bidawî bû
    Barzanî: Em bi xêra pêşmergeyan li vir bi ewlehî dicivin
    Etîketan:
    çek, DAIŞ, Hikûmeta Iraqê, Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer, Herêma Kurdistanê, DYA, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de