06:35 18 Hezîran 2018
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Civîna şanda PDKê û YNKê bidawî bû

© Flickr
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Civîna di navbera şanda PDK û YNKê de ya li bajarê Silêmaniyê bi dawî bû û ji derveyî biryara berdewam bûna civînan ti biryarek din nehat girtin.

Civîna di navbera şanda PDK û YNKê de ya li Mekteba Siyasî ya YNK'ê ya li Silêmaniyê bi dawî bû û piştî civînê ji aliyê serokê şanda PDKê Fazil Mîranî û Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar ve daxuyaniyekî hevpar a çapemeniyê hat dayîn.

Di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de, Berpirsê Polîtbûroya YNK'ê Mele Bextiyar diyar kir ku civîneke baş bû. Û got, "Di civînê de xalên hevpar hebûn û di navbera me de ji hev famkirin hebû. Me xwest bi awayekî coş pirsgirêkan çareser bikin."

Mele Bextiyar anî ziman ku wan di civînê de pêşniyarên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nîqaş kirine û got, "Di vê civînê de ji bilî biryara berdewamkirina civînan, ti biryarek cûdatir nehat girtin." Bextiyar peyama Mesûd Barzanî wek peyameke baş nirxand û anî ziman, "Em ê di civînên pêş de li ser şêweya guhertina serokatiyê biaxivin."

Di civînê de Serokê Şanda PDKê Fazil Mîranî jî axivî û got, "Em bi vê serdanê kêfxweş bûn. Bêyî nêrînên YNKê tu projeyeke taybet ne pêkan e. Ji ber ku dîrokeke me ya hevpar heye û ji pirsgirêkên heyî em û YNKê berpirs in."

Mîranî di dawiya axaftina xwe de got, "Projeya me peyama Barzanî ye û em hatin ku vê projeye bikin projeya hemû aliyan."

Divê were bibîrxistin ku şanda PDKê piştî civîna li gel YNKê wê bi Tevgera Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re jî bicive.

Bi heman mijarî:

PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
PDK wê bi YNK û Goranê re bicive
PDK serdana Eniya Tirkmenan kir
PDK wê rûniştina budceya sala 2017an boykot bike
PDK: Ti pirsgirêka me bi ti aliyekî siyasî yê Rojavayê re tine
Cenazeyê Rêvebirê PDK-Sê Selah Yûnis li Amûdê hat rakirin
Etîketan:
bidawîbûn, civîn, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, YNK, PDK, Mele Bextiyar, Fazil Mîranî, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de