13:59 22 Hezîran 2018
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive

© Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Şandeke Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) îro li gel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgara Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dicive.

Hat ragihand ku şandeke PDKê ji bo axaftina çareserkirin a pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Fazil Mîranî de îro seredana Silêmaniyê dike û di wê serdanê de wê bi berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgara Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re bicive.

Hat diyar kirin ku şanda PDKê pêşiyê bi şandeke YNKê ya di bin serokatiya Mele Bextiyar de civiya û paşê jî wê bi şanda Tevgera Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê re bicive.

Her wiha hat hîn bûn ku Tevgera Goranê ji bo çareseriyê projeyek amade kiriye û wê pêşkeşî şanda PDKê bike.

PDKê li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo axaftina çareserkirin a pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê çend hefte berê dest bi hevdîtinên partiyên siyasî yên herêmê kiribû.

Bi heman mijarî:

PDK wê bi YNK û Goranê re bicive
PDK serdana Eniya Tirkmenan kir
PDK wê rûniştina budceya sala 2017an boykot bike
PDK: Ti pirsgirêka me bi ti aliyekî siyasî yê Rojavayê re tine
Cenazeyê Rêvebirê PDK-Sê Selah Yûnis li Amûdê hat rakirin
PDK bi Komelê Îslamî Kurdistan re civiya
Etîketan:
civîn, şand, serdan, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, YNK, PDK, Mele Bextiyar, Fazil Mîranî, Mesûd Barzanî, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de