16:46 22 Gulan 2018
    Zalmay Xelîlzad (Khalilzad) Bolyozê berê yê Iraqê yê Amerîkayê

    Zalmay Xelîlzad: Divê serxwebûn bibe armanca sereke

    © Foto : Rûdaw / Youtube
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41

    Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad ku di konferansa ‘Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet’ de gotarek pêşkeş kir got, “Serxwebûna Kurdistanê biryareke giring, giran û çarenivîsaz e. Dê ev yek bandorê li hemû cîhanê bike. Divê serxwebûn bibe armanca sereke.”

    Li gor nûçeya Rûdawê balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad, di gotara xwe ya 15ê Berfanbarê ya li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê de bal kişand ser piştî têkbirina DAIŞê û çawaniya pêşeroja herêmê.

    Xelîlzad li konferansê got; "Divê welatên mezin jî rûnin û li ser vê mijarê biaxivin, biryar bidin ka dê çawa ligel vê rewşa nû danûstandinan bikin."

    XELÎLZAD: DIVÊ DI NAV KURDAN DE Û BI IRAQÊ RE RÊKEFTIN HEBE

    Zalmay Xelîlzad behsa qehremaniya Pêşmergeyan di şerê dijî DAIŞê de kir li ser serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir ku guherîn û geşedanên mezin li herêmê çêdibin û wiha axivî:

    "Divê welatên mezin jî xwe ligel vê rewşê biguncînin û destpêşxeriyên wan ên nû hebin. Hemû kurd dixwazin bibin xwedan dewlet û gumanê ti kesan ji vê yekê nîne. Bi nêrîna min biryara serxwebûna Kurdistanê biryareke giring, giran û çarenivîsaz e. Dê ev yek bandorê li hemû cîhanê bike. Divê serxwebûn bibe armanca sereke. Herwiha divê di nav kurdan de rêkeftinek hebe û paşê ligel Iraqê rêkeftinê bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    'Ji ber qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê bi sedan dezgehên medyayê hatin girtin'
    Herêma Kurdistanê: Yên Kurdistanê dagir bikin dê dawiya wan wek DAIŞê be
    Desteya Wezîran ya Herêma Kurdistanê boneya budceyê civîya
    Nûnerê Herêma Kurdistanê: Ewropa dê 28 milyon euro bişîne
    Etîketan:
    Gotara Konferansa Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê, Zalmay Xelîlzad, Balyozê berê yê Iraqê, iraq, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de