18:17 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Lêkolînerê Rûsî: Kurdistana mezin ava nabe, Kurdên Sûriyê xweseriyê nastînin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27920

    Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî yê Rûsî Vladimir Yevseev di civîna li ser babeta ‘Tirkiye û Kêşaya Kurd’ de derbarê dahatuya kurdan li Sûriyê nirxandinên balkêş kirin.

    Lêkolînerê Rûsî Yevseev li ser dahatuya kurdên Sûriyê got, li Bakurê Rojavayê Sûriyê hîç pêdivî bi Amerîkayê tune ye, bêyî Amerîkayê jî pirs çareser dibin, lê ji bo Rojhilatê Sûriyê dibe ku pêdivî bi Amerîkayê hebe.

    'XWESERÎ BO KURDÊN SÛRIYÊ NAYÊ DAYÎN'

    Yevseev daxuyakirin ku heger Amerîkî Bakurê Sûriyê ji dest bidin dê nikaribin bandorekê li ser kurdan bikin û wiha axivî:

    "Li gor min dê xweserî (otonomî) bo Kurdên Sûriyê neyê dayîn. Lewra Şam xweseriyê tevî herêmên din ên ku kurd lê dijîn wekî gaveke ber bi serxwebûnê dinirxîne. Di vê rewşê de pêwîste Kurd li ser dahatuya Sûriyê bi hemahengî tevbigerin. Dibe ku rayeyên rêvebiriyên herêmî werin zêdekirin, lê dê xweserî neyê dayîn."

    'BI KURDAN RE DERFETA AVAKIRINA KURDISTANÊ NÎNE'

    Lêkolînerê Rûsî di berdewamê pirsa, ‘Gelo Kurd bi çi perspektîfê li meselê dinêrin?' û wiha dewam kir:
    Gelo we dê dev ji wan herêmên kontrol kirine, derfetên bi dest xistine û mafên statuya xweseriyê ku hêvî dikin bistînin berdin? Ev pirseke. Bi nêrîna min îro li herêmê Kurdistaneke mezin ava nabe. Neliheviyên di navbera kurdan de gelekî zêde ne. Daxwazî heye, lê divê derfet jî hebin. Ez di destê kurdan de van derfetan nabînim."

    PIRSA KURD BÊ NAVBEYNKARIYA RÛSYA ÇARESER NABE!

    Vladimir Yevseev bal kişand ser ku dê bi îhtimaleke mezin mafên kurdan werin zêdekirin, lê bi ti awayî dê xweseriya wan li Sûriyê neyê naskirin.

    "Gelo Kurd ji vê senaryoyê re çiqas amade ne? Ma ev dê wan û rêvebiriya Şamê neyîne beramberê hev? Li ser vê mijarê nêrînên cuda hene. Di her mercan de Şam van metirsiyan bi Enqerê re parve dike. Di tevahiya vê resmê de navbeynkariya bêhempa a Rûsyayê derdikeve pêşberî me. Çunkî Rûsya niha di vê pozîsyonê de ye ku hem bi Kurdên Sûriyê re hem bi Tirkiyê re hem jî bi hikûmeta navendî ya Sûriyê re dikare li hev bike."

     

    Bi heman mijarî:

    'Ji ber qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê bi sedan dezgehên medyayê hatin girtin'
    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Herêma Kurdistanê: Yên Kurdistanê dagir bikin dê dawiya wan wek DAIŞê be
    Etîketan:
    Kurdistan, Lêkolînerê Rûsî, YEvseev, Tirkiye, Sûriye, Rûsya, Şam, Xweserî, Kurdên Sûriyê, KURDISTAN, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de