01:48 21 Çile 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî ji bo Şengalê: Em spasiya PKKê dikin lê divê ji Şengalê derkeve

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku divê reveberiya mintiqa Şengalê biryarê bidin ku bê wê çawa xwe birêve bibin. Barzanî herwiha diyar kir ku Ew spasiya PKKê dikin lê divê êdî ji Şengalê derkevin.

    Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa bi navê "Pêşeroja Serxwebûna Kurdistanê' ya li Duhokê bû. Neçîrvan Barzanî di konferansê de ji bo Şengalê sipasiyên xwe ji PKKê re ragihand û got: ‘Ji bo xebata wan ya li Şengelê em PKKê teqdîr dikin. Me gelek caran sipasiyên xwe ji bo wan ragihandiye, em niha jî sipasiyên xwe radigihînin. Lê PKKê wek hêzek em naxwazin di Şengalê de bimîne. Divê PKK ji Şengalê derkev e. " Barzanî got: ‘Lazim e reveberiya mintiqa Şengalê jî biryarê bide da ku wê xwe çawa birêve bibe.'

    Nêçîrvan Barzanî li pirsa Parlementera Êzidî ya di Parlementoya Iraqê Viyan Daxil jî bersivand û got: "Rewşa Şengalê me bi parlementoya Iraqê re jî gelek caran guftigo kiriye, lê siyaseta Iraqê ya li gel Şengalê xelet e. Ev xeletî hem ji bo gelê li Şengalê, hem ji bo hikûmeta Bexdayê û hem jî ji bo PKKê her wisa ye."

    'DIVÊ ROJAVA BERÊ XWE BIDE KURDISTANÊ'

    Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rojava jî û got: "Divê li Rojava milletê kurd bigihe mafên xwe. Ji bo me tiştê herî mûhîm ev e û divê Rojava berê xwe bide Herêma Kurdistanê." Neçîrvan Barzanî PYDê rexne kir û îdia kir ku divê Rojava ji bin bandora PKKê derkeve.

    Barzanî herwiha got: "Divê Rojava jî xwe ji bin tesîra Yekîtiya Ewropa, Iraq, Bexda û PKKê rizgar bike. Me di salên çûyî de bi her awayî alîkarî da PYD û gelê li Rojava. Pêşmerge bi hêzeke mezin piştgrî da birayên xwe yên li wir, lê wek ku hun nanekî bidin yekî, lê ew qencî heta nîvro ji bîra bikin. Rewşa li Rojava ya kurdan niha her wisa ye."

    ‘NE MIMKÛN E DI DEMEK NÊZÎK DE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DEST PÊ BIKE'

    Barzanî li ser pirsekê rewşa pêvajoya çareseriya mijara kurd ya li Tirkiye jî got: "Li gorî ku min ji axaftinên Serokomarê Tirk derxistiye, ne bawerim ku di demek kurt de careke dî pêvajoya çareseriyê dest pê bike."

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Em serxwebûna xwe dixwazin
    Barzanî: Piştî rizgarkirina Mûsilê, pêwîstî bi lihevkirinek siyasî heye
    Barzanî peyameke spasiyê weşand
    Barzanî derbarê budceya sala 2017an daxuyaniyek da
    Mesûd Barzanî û Alî Bapîr piştî salekê hevdû dîtin
    Erdogan bi telefonê bi Barzanî re axivî
    Etîketan:
    Pêvajoya Çareseriyê, Yekîtiya Ewropayê (YE), PYD, PKK, Herêma Kurdistanê, Beşar Esad, Viyan Dexîl, Nêçîrvan Barzanî, Sûriye, Iraq, Şengal, Tirkiye, Rojava, Herêma Kurdistanê, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de